Danezana encamê ya Komxebata Polîtîkayên Ziman û Perwerdeyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a di rojên 25-26’ê Nîsanê de hat lidarxistin, aşkera bû.
Di danezana encamê de hat ragihandin ku bi pêşengiya KCD’ê saziyên Ziman û Perwerdehiyê yên wek Egîtîm Sen, Kurdî-Der, MAPER, Weqfa Mezopotamya, Şaredariya Bajarê Mezin, kes û nûnerên saziyên di qada ziman û perwerdehiyê xebatan dimeşînin bi tevahî 70 delege beşdarî komxebatê bûne.
Encama danezanê
Li gorî danezana encamê, ev biryar di komxebatê de hatine wergirtin.
m Di 6 mehên pêşiya me de ji bo polîtîkayên ziman û perwerdeyê bi kûrahîtir bên nîqaşkirin û gihaştina hin biryarên diyarker bê pêkanîn divê komcivînek bê lidarxistin.
m Divê ku dibistanên pîlot li gor pêdivî û derfetan bên zêdekirin. Ji bo vê yekê divê xebatên filîzîbîteyê yên pêwist bên destpêkirin.
m Ji bo berfirehkirina xebatên Ziman û Perwerdehiyê ji bo li gor awayê meclîsê divê xebatên afirandina pêkateyek û rêxistinê bên destpêkirin.
m Ji bo xebatên peyvnasiya mijarên cur be cur divê komîsyoneke xweser bê avakirin.
m Tevahiya saziyên siyasî, kargêriyî û xizmetê divê di xebatên xwe hên hundirîn û pevnivîsî yên hundirîn de zaravayên heyî bi heman hesasiyetê li ber çav bên girtin û bi zimanê dayikê bên pêkanîn.
m 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê û 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî divê tevahiya sazî û dezgehên me tevlî bernameya xwe ya salane bikin û li gor wate û girîngiya rojê çalêkiyên guncawa bên pêkanîn.
m Ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêsînor û bê pirsgirêk bê bikaranîn guherînên zagonî û destûra bingehînî yên pêwîst bên pêk anîn ger di asta siyasî de, ger ku di asta çalakiyan de be em piştgiriyê didin hewldan û xebatên tên kirin. - Komxebata me piştgiriyê dide perwerdeya bi zimanê dayikê ya tevahiya gelên li Mezopotamyayê dijîn.
m Komxebata me bi tevahî ji bo di pergala me ya perwerdeyê û xebatên me yên ziman de pêşxistina helwesta wekheviya zayend û esasên jina azad a demokratîk dipejirîne. nANF/AMED