Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, hevdîtina xwe ya bi dozgeriyê re vegot û wiha got: „Dozger got 12 jin û 11 zilam bi tevahî 23 cenaze hene. Dozger îdîa kir ku cenaze aydî endamên HPG’ê ne. Dozger got cenaze aydî kesên bê çek in. Me got ger ku bê çek bin çawa dibe ku aydî gerîla bin? Dozger jî got agahiya wî pê tune û wisa cenaze teslîm girtine. Dozger der barê nasnameyan de jî got tu agahiya wî tune. Lê divê teqes der barê agahiyên nasnameyan de hin agahî li ser wan hebin.“ Zenderlîoglu, da zanîn ku wan çiqas xwest agahiya nasnameyan bigirin, lê dozger gotiye agahî di destê wî de tune û wiha berdewam kir: „Divê nasnameyên van mirovan bên aşkerekirin û teslîmî malbatên wan bên kirin. Me xwest nasnameya cenazeyan aşkere bikin, lê dozger got ‘Hê hin kes nasnameya wan diyar bikin’ û pirsên me bê bersîv hiştin.“
‘Malbata ku dîmen dît ji ser hişê xwe çûn’
Zenderlîoglu, anî ziman ku cenaze di morga Goristana Şaredariyê de tên girtin û wiha berdewam kir: „Dema em ûn morgê tenê wêne nîşanî me dan. Wêne ji pişt û pêş ve û ji teniştê ve hatibûn kuşandin. 2 malbatan gotin em dikarin zarokên xwe nas bikin. Me bi hevre di bîlmgisayaraê de li wêneyan nerî. Min jî 2 wêne dîtin. Malbatê got 23 kesin û li ser wan nûmare hatine nivîsandin û li bin jî sedema kuştina wan hatibû nivîsandi. Dîmena ku min bi çavê xwe dît, nayê vegotin. Hovitiyek hebû. Min ji mirovahiya xwe şerm kir. Ez tu gotinê ji bo vegotina vê dîmenê nabînim. Tabloyek hovane hebû. Kevir li ber vê dîmenê dihile. Malbata ku ev dîmen dît ji ser hişê xwe çû. Li wir bêyî ku em encamê wergirin em paşve vegegeriyan. Em dîsa çûn cem dozger. Dozger got ‘Hûn çima zorê li min dikin?’ Me got em agahiyan dixwazin. Lê dozger jî got ez jî bi qasî we zanim.“
‘Kesê tolê dixwaze Serokomar e’
Zenderlîoglu, destnîşan kir ku divê teqez nasnameya wan bê aşkerekirin û wiha pêde çû: „Rayedar dibêjin ‘Bila biryargeh daxuyanyê bide û di ANF’ê de biweşîne. Em jî dê li îcaba wê binerin.’ Heta îro dewletek wisa çawa dikare wisa tev bigere. Hevalên me dê lêkolînê bikin. Kesê ku hovîtiyê sor dike Serokomar e. Derdikeve pêşberî medyayê û tolê dixwaze. Nefret û hêrsa gelan sor dike. Heta niha me çend Serokomar dîtin, lê me kes wekî vî serokomarî nedît.“
Zenderlîoglu, da zanîn ku dê sibê saet di 13.00’an de li Amedê ji bo 23 cenazeyan meşek girseyî pêk bînin û xwest her kes beşdarî meşê bibe. Xwest her kes li 23 cenazeyan xwedî derkeve.
Piştre endama heyata BDP’ê Yildaz Aktaş axivî û got ku daxuyaniyên rayedarên dewletê bûye sedema vê yekê û wiha axivî: „Serokomar, Serokwezîr, Wezîr û Wezîrê Karên Hundir ê vî welatî bingeha van roja gav bi gav amade kir. Banga tolhildanê kirin û di navbera gelan de kîn û nefret afirandin û bi vî rengî bingeha vê yekê gav bi gav amade kirin. Bi mirinên ku bi kerasetên xwezayî jî dikanin. Serokwezîr mafeke wisa afirand. Berpirsyarê van 23 cenazeyan Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Karê Hundir ê ku got ‘em ê bi hezar qatî bersivî bidin’ e.“
DÎHA/AMED