‘Bikaranîna çekên kîmyevî dijmirovahî ye’
Zûmrut bertek nîşanî daxuyaniyên Fethullah Gulen da û wiha axivî: „Fethullah Gulen ê ku li Amerîkayê dijî li dijî gelê kurd daxuyaniyên faşîzan dide. Di heman demê de hikûmeta AKP’ê jî bi polîtîkayên 12’ê Îlonê yên faşîst gelê kurd înkar dikin. Ev yekê di raya giştî de hatiye îspatkirin. Bikaranîna çekên kîmyevî sûcê mirovahiyê ye û hovîtiyekî şerm e. Ev yek li dijî hiquqa navneteweyî ye. Divê hemû malbat serî li riyên hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî bidin. Ev yek girîng e. Hiqûqa şer û pevçûnan jî heye. Divê wekî welatên din ên li dijî vê yekê tevdigerin divê derxin ber dadê. Kesên dixwazin bi êşên mezin kurdan ji daxwazên xwe yên bingehî berdin difikirin dê bên xwapandin.“
‘Dawiya Serokwezîr ji ya Çîler cuda na be’
Zumrut, da zanîn ku gelê kurd dest ji têkoşîna xwe bernade û wiha pê de çû: „Duh Tansu Çîller xwest ku bi aqilê leşkeriyê pirsgirêka kurd çareser bike. Xwest ku mafên gelê kurd li ber çava winda bike û kurdan ji dîroka siyastê jê bibe. Lê ya jêhate birin Tansu Çîller bû. Îro jî Tayîp Erdogan bi aqilê leşker û polîsan hemş tiştî dixwaze bike lê dawiya wî ji ya Çîller cuda nabe.“
Zumrut, destnîşan kir ku cenazeyên endamên HPG’ê yên ji Meletî hatin girtin dê bi merasîmên hempa bên definkirin û wiha axaftina xwe berdevam kir: „Em êdî ji operasyon, înkar û îmhayê re dibêjin bes e. Êdî bila dayîk û bav zarokên xwe winda nekin û veneşêrin. Êdî ji tecrîd, îzolasyon û asîmîlasyonê re bes e. Ji pêkanînên dijmirovahî re êdî bes e. Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku li dijî howîtiya demên dawî bêdeng nemînin dikin. Ji bo çareke din ev yekê pêkneyên em bang li hemû gelê xwe dikin ku berxwedana demokratîk bilind bikin û xwedî li cenazeyên birayên xwe derkevin.“
DÎHA/AMED