Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, di koma BDP’ê ya meclisê de hemû axaftina xwe ji qetilkirina 3 jinên siyasetmedar en Kurd re veqedant. Kişanak, sersaxî ji hemû gelê Kurd, tevgera jinên azad û kesên aştîxwaz û demokratxwaz xwest. Kişanak, diyar kir ku 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ji bo demokrasî, aştî û azadiyê têdikoşiyan û wiha got: “3 jinên Kurd bi awayeki hovane hatin qetilkirin. Di şexsê 3 jinên Kurd de xwestin tevgera azadiyê ya jinê qetil bikin. Xwestin kesên ji azadiya jinê bawer dikin qetil bikin. Ev komkujiyek hovane û polîtîk e. Sakîne Cansiz keça Dêrsime ya Asî bû. Piştî qatilkirina Dêrsimê keçek serbilind û şoreşger bû. Tu atengiyan ew ji evîna azadiyê venegerand. Ji têkoşîna azadiyê bawer kir û li hemberî qatîlan û komkujiyan serî netewand. Sakîne jî heta sanî û deqeya dawî li hemberi tu celad û îşkencevanan serî netewan û bila ev ji were bibe dert. Sakîne şoreşger û peqrewan bû. Lê ji ber ku qatil bi qasî ruyê xwe veşêrin tirsonek bûn. Di dîrokê de dê her tim bên nahletkirin. Îro kes li Esad Oktay xwedî dernakevin. Lê dê her kes li Sakîne xwedî derkevin û dê dîrokê binivîse.”
Kişanak, da zanîn ku Fidan Dogan jî li ewropayê mezin bû û li wir tevli siyasetê bû û karê dîplomatik bû. Kişanak, anî ziman ku Fidan beşdarî konferansan û xebatên siyasetê bûn û wiha got: “Li Buroya Enformansiyonê ya Kurdistanê ya Parîsê xebat meşand. Fîdan Dogan Nûnerê KNK’ê yê Fransayê bû. Têkoşîna demokratîk dimeşand. Xwest bibe ziman û ramana gelê Kurd. Xwest bibe dengê gelê Kurd. Kesên ku dixwazin dengê gelê Kurd li cîhanê qut bikin ev komkujî pêk anîn. Dîplomatek pir jîr û jêhatî bû. Bi qetilkirina Fidan dîplomasiya Kurdan qetil kirin.”
‘We em hiştin û hûn çûn'
Kişanak, da zanîn ku hemû mirin bê dem im, lê tu carî mirin li 3 hevalan nehat û wiha axivî: “We em hiştin û hûn çûn. Em dê wê oxirî riya bêdawî bikin. Em dê we di textê dilê xwe de bi cih bikin. Hûn dê îro êvarê li Amedê bin. Gelê me yê Amedê dê we di dilê we de hembêz bike. Dê roja pêncşemê bi hurmet silav bike. Dê înê jî em dê Sakîne li Dêrsimê, Fîdan li Gurgumê û Leyla jî li Mêrsînê bi girseyî defin bikin.”
Banga tevlîbûna meşê
Kişanak, bang li her kesî kir û xwest hemû kesên ji aştiyê bawer dikin ji tev li vê merasimê bibin û peyvira xwe bi cih bînin û wiha got: “Divê hemû kesên li pişt vê pêvajoya hevdîtinê û aştiya mayinde divê wê rojê tevli merasima Sakîne, Fidan û Leyla bibin.”
Êrîş li dij Kurda ye
Kişanak, anî ziman ku ev êrîş li dijî gelê Kurd, tevgera azadiya jinê û hevdîtina li Îmraliyê ye. Kişanak, da zanîn hemû kesên li hemberî vê êrîşê derdikevin pêwiste bi tevlibûna herî girseyî tevli merasime bibin û dersê bidin êrîşkaran. Kişanak, bang li hikûmet û rayedarên dewletê kir û xwest samîmiyeta xwe aşkere bikin. Kişanak, dazanîn ku di ezmûna yekem de serkeftî derbas nebûn û li ber çavan li Parîsê qetilkirin pêk hat.
Hewldanên provokasyonê
Kişanak, anî ziman ku ew li Parîsê tevli merasima cenaze bûn û wiha got: “Ne tenê Kurd, hemû beşên civakê tevli merasimê bûn û hemû kesî ev qetilkirin şermezar kir. Divê êdî li Tirkiyeyê jî hemû beşên civakê tevli merasimê bibin. Divê aliyê hikûmetê jî neketevin hewldanên provakasyonan.”
Divê komkujî bê ronîkirin
Kişanak, xwest her kes astengiyan dernexin û wiha got: “Hêza Fransayê heye ku vê qetilkirinê ronî bike û ger ku Fransa vê qetilkirinê ronî neke ew jî berpirsiyar e. Ji bo ronîkirina vê bûyerê yekemin Fransa berpirsiyar e. Bi qasî Fransa Tirkiye jî berpirsiyarê vê yekê ye.”
DÎHA/ENQERE