Hevserokatiya KONGRA GEL, têkildarî greva birçîbûnê ya siyasetmedarên Kurd daxuyaniyek weşand. KCDK-E jî  greva birçîbûnê ya li Amedê silav kir.

Di daxuyaniya KONGRA GEL de hat gotin, “Gef û xeteriya li ser tenduristî, ewlekarî û jiyana Rêber Apo gihîştiye asta herî bilind. Ji bo fikarên li ser jiyana Rêber Apo ji holê bên rakirin û rewşa wî were fêhmkirin, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dixwaze hevdîtin pê re bê kirin. Tevgera me û saziyên gelê me gelek caran bang û serlêdan kirin, lê heta roja îro hikûmeta AKP’ê bersiveke erênî nedaye. Tevî vê yekê, AKP’ê polîtîkayên xwe yên dijminatiya li gelê Kurd di asteke dijwar de şidand. Ev yek bû sedem ku fikarên me yên li ser rewşa Rêber Apo bigihêje asta alarmê.”


‘Pêl bi pêl wê bezin bibe’

Di dewama daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de hat gotin, “Bi pêşengiya KCD, DBP, HDP, HDK û KJA, ku wijdana siyasî û civakî ya gelê me ne, li Amedê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin. Ev grev wijdana gelê me ye, ku ji bo Rêbertî ketiye rewşeke alarmê. Em vê biryara greva birçîbûnê ya koma ji 50 kesî bi rêzdarî silav dikin, ku di nav de parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên partiyê, şexsiyet û gelek nûnerên civakê hene.

Berxwedana grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên li Amed û Strasboûrgê, wê bi berxwedan û çalakiyên gelê me yê welatparêz û hêzên şoreşger demokrat ên li gelemperiya Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê re, pêl bi pêl mezin bibe û li her qadê belav bibe.”

Di dawiya daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de bang li gel hat kirin, ku li dora vê berxwedanê li hev bicive û xwedî li Ocalan derkeve.


KCDK-E çalakiya Amedê silav kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê ragihand, ku ew çalakiya dîrokî ya li Amedê ku gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan tevlî greva birçîbûnê bûne, silav dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Weke KCDK-E em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li grevên birçîbûnê yên li Strasboûrg û Amedê derkeve, berxwedanê mezin bike û rûmet û azadiya Rêberê xwe biparêze. Tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya her tiştî ye. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li rûmeta xwe û azadiya xwe derkeve û dengê xwe bilind bike. Li her devera em lê dijîn, bi şêweyê cuda em nerazîbûna xwe bi rengekî demokratîk nîşan bidin û çalakiyên xwe zêde bikin.”  



 NAVENDA NUÇEYAN