Divê her Îslam vê baş bizane ku di van her du sedsalên dawiyê de ên herî zêde zirar daya dînê Îslamê, ew komên Îslamîst û dîktatoriyên bi navê Îslamê dijiminahiya mirovahiyê û gelan, xwerû gelê Kurdistanê dikin, bixwe ne. Divê ometa Muhemmed bi girseyî li dijê van dijminên dînê Îslamê derkevin. Dem mirov berê xwe dide dîrokê tenê vê aliyê xwînxwariyê Li Rojhilata navîn dibîne.
Sadam ji Quranê peyva „enfal“ girtibû û di bin şiyara „Allahû Ekber“ de nêzîka dused hezar Kurdên Misliman qetil kir.
Xomeynîst salê bi sedan mirovên bê tewan û Misliman ên ku rejîma Ayetullahan rexne dikin bi navê dîn û bi şîyara „Allahû Ekber“ îdam dikin, hem jî bi awayekî hovane û girseyî ku bikane hemu hemwelatiyê xwe jî ji gunehê xwe re têke hevpar.
Hîna çend meh berê Îslamîstan li Misirê bê ku ji mirovahiyê û dînê xwe şerm bikin, li ber çavên hemû cihanê bi tekbîr ango şiyara „Allah û ekber“ tecavuzê jinekê kirin. Rast ji vê hovanetir çi heye?
Li Pakîstanê (tiştên pir xirab ên di sewya wehşetê de pêktên) keçeke temen piçûk bi zorê dan kalekî, ji ber ku keçikê nexwast vê zulmê bipejirîne revî, lê wan hovan ew girtin, bi malbvatî û bi tekbîrên „Allah û Ekber“ guh û pozê wê jêkirin. Ev li hemû cihanê wek wehşeta Îslamê hate nîşandayîn.
Fetullah Gulen bi vîdeoyê di Yuotobû û televizyonan de bi tekbîr û nifirina ji Mislimanên Tirk xwest ku bi pêncehezaran Kurd qetil bikin. Di vê dema dawiyê de jî zarokên Kurdan dixapînin û ji bo ku Kurdan bikujin, bi tekbîrên „Allah û Ekber“ dişînin Suriyê.
Baş tê zanîn ku li Sêwazê komên xwînxwarên girêdayiyê cemaaten (eczîmendî, îsmaîlaxacî, fetulahî bi tekbîrên „Allah û Ekber“ sîh û pênc can şewitandin. Vê hukumeta qaşo Îslam jî ew tev de bi tekbîrên “Allah û ekber” serbest berdan.
Qaşo îro li Tirkiyê Îslamîst li ser kar in, em derew, vir û sextekariyên wan, sozên didin û tu carî pêknaynin, takiye, quretî û kîbîra wan bidin hêlekî, li gor sitatîstîkan di dema vê hukumeta AKP ê de 241 polîs, 91 leşker, 17 tîmên taybet, 15 cerdewan, 45 gardiyanan tecavuzê jinan kirine, lê yek jî nehatine cezakirin û tev de serbest hatine berdan ma Îslambûn ev e? Xwedê dizane wan jî bi tekbîran tecavûz kirine, lema hatinin berdan.
Miftiyê Saudiyê bang li jinê Suriyê kir ku ew tevên komên bi El Qaideye ve girêdayî razên, li gor wê miftiyê zina helal e, lê li gor wî divê bi tekbîrên “Allah û ekber” pêk were.
Gava ajalekê tê serjêkirin „Allah û Ekber“ dibêjin(li gor dîn divê wisa be). Lê mixabin ku dema Îslamîst êrişên mirova dikin „Allah û Ekber“ dibêjin! Dema mirovekî dikijin (her çendî li gor dînê Îslamê ruhê xwedê dayê tenê xwedê dikare bistîne jî) dîsa „Allah û Ekber” dibêjin. Dema di firetî û nava şer de destdirêjahiya jinan dikin “Allah û Ekber” dibêjin. Dema dixwazin verişin ser mirovahiyê „Allah û Ekber!“ dibêjin!
Gelo dema xwînxwaran ew teqemenî kire trimbêla şehîdê bavê şehîdan Îsa Hîso jî „Allah û Ekber“ gotin?
Îsalmîstên li Suriyê bi fermana serkariya Îslamîst ya Tirkiyê, Katar û Saudî di hoperlorên camiyan de bi tekbîran malên Kurdan û jinên Kurdan ji Îslamîstan re helal kir. Vê dawiyê li helebê 50 ji Kurdên dîl girtibûn bi tekbîrên „Allah û Ekber“ qetilkirin.
Gelê birayên Misliman; bi wî baweriya we ya paqij, dijminê dînê we, ango dijminê dînê Îslamê ne kesên ji dînên din in, li dij wê dijminê dînê Îslamê ev Îslamîstên, yan jî ev derdorên bi navê dîn van zulm û xirabiyan dikin, ew Îslamîstên li tevahiya cihanê di dema xirabî, karê xirab û qetlîamkirinê de tekbîran tînin bixwe ne. Divê hûn êdî ji wan minafiqên xwînxwar re bes bibêjin.
Eger Selhedînê Eyubî neba, îro li Rojhilata Navîn Îslamîyet nedima, dê suriye niha xiristiyan ba. Lê dewlet û oldarên li Rojhilata Navîn bi her awayî dixebitin ku neslê Selhadînê Eyûbû ji ser cihanê rakin. Hemû mînakên me dane, vê rastiyê nîşanê me dide.
Di vê mijarê de şaşiyek heye. Divê Mislimanên Kurd carê li ser rastiya Îslamê, li hemberê wê rawestana dewletê Îslam û Îslamîstan bifikir e.
Bangek li Mislimanan; dijminên dînê xwe nas bikin!
Dînê Îslamê dinekî cihanî ye, hem dînekî paqij û hem jî di destpêkê de şoreşekî bû. Di bingehê wê de rêyeke baş nîşanê mirovan dayîn heye.