Desteya Jin a Kantona Kobanê ji bo destekdayîna dayîkên xebatkar pêr li navenda bajêr danîngeheke zarokan bi navê “Danîngeha Şehîd Rîmas” vekir.
Seroka Desteya Jin Emîne Bekir bixêrhatina hemû beşdaran kir û vekirina danîngehê li wan pîroz kir.
Emîne Bekir di axaftina xwe de got ku wan wekî Desteya Jin a Kantona Kobanê armanca wan ji vê yekê ew e ku barê jinên Kobanê di warê xwedîkirina zarokan de sivik bikin. Emîne da zanîn ku barê ku li ser milê wan dikeve pir giran e û ew dixwazin zarokên Kobanê devliken û kêfxweş bibin rexmî şert û mercên zehmet ên jiyanê.
Danîngeh ji du başan pêk tê beşekî giştî ji bo hemû zarokan û beşekî taybet ji bo zarokên astengar bi navê “Baxçeyê Hêvî yê Zarokên Astengdar” hatine diyarkirin. Desteya jin ji destpêka Adarê ve amadekariyên vekirina vê navendê dikir û ev xebatên vekirina danîngehê bi hemû derfet û mercên zehmet hatin birêvebirin.
ALJÎN HEMO/KOBANÊ