Keça bi navê Rûzîn Cengîz Dodo ya ji Efrînê û li Şehbayê bi cih bûye, bi helbestên xwe hest û ramanên xwe yên li hember dagirkeriyê nîşan dide. Rûzîn wiha bangê li kesên şair û ruh şair dike: “Em bi rêya nivîsandina helbestan berxwedana gel ji cîhanê re nîşan bidin.”
Rûzîn Cengîz Dodo hîna 13 salî ye û ji navçeya Reco ya Efrînê ye. Rûzîn piştî êrîşên li dijî Efrînê, neçar dimîne bi malbata xwe re koçberî Şehbayê bibe û li gundê Babinêsê jî bi cih dibe. Tesîra dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê gelek tesîr li Rûzînê kiriye û veqetîna ji Efrînê jî wê gelekî xengîn dike. Hestên xwe û kerba xwe ew bi şiiran îfade dike û parve dike.
‘Çand beden e’
Rûzîn pêşî behsa jiyana xwe ya aram a li Efrînê dike: “Em gelê Efrînê, bi aramî dijîn. Piştî Şoreşa Rojava gelê Efrînê çand û hunera xwe bêhtir nas kir. Çand bedena mirovan e, divê em xwedî li bedena xwe derkevin.”
Rûzîn îşaret bi girîngiya zimanê dayîkê dike û dibêje, divê mirov xwedî li ziman derkeve: “Min nêzî 2 salan bi zimanê Erebî dixwend, lê piştî zimanê Kurdî li dibistanan hat dayîn, min biryar da ku ez bi zimanê dayîkê bixwînim. Lê dewleta Tirk êrişî dibistanan kir û xeyalên me jî hilweşand. Xelk li vir, wan dîmenên dema derketina ji Efrînê ji bîr nake. Li Şehbayê gelê berxwedêr careke din berxwedana xwe domand û teslîmkarî qebûl nekir. Zarok û mamoste bi hev re dibistan careke din ava kirin. Ji bo em ji xwendina xwe qut nebin.”
Di dawiyê de Rûzîn dibêje, “Piştî derketina ji Efrînê bi rêya nivîsandina helbestan min xwest êş û berxwedana gelê Kurd îfade bikim û ji cîhanê re bidim nîşan ku gelê Efrînê teslîmkariyê qet qebûl nake. Hemû helbestên xwe diyarî gelê berxwedêr û Rêber Abdullah Ocalan dikim, ew Rêberê ku gel li ser fikir û felsefeya wî xwe perwerde dike. Hêviya min her ew e ku helbestên xwe li ser xaka Efrînê binivîsim.”
ANHA/ŞEHBA