Ligel avahiyên malbatan bi hezaran kargerî û bi sedan fabrîqeyên kar jî hilweşiyan û malzemeyên wan ên hilberineriyê şikestin. Ji ber ku garkeriyên karsazan hilweşiyan karsazan jî kilît li deriyê palûke û kargeriyên xwe xitstin û çûn. Piştî erdhejê, ji ber kargerî û palûkeyên kar hatin girtin betalî zêde bû. Bi zêdebûna betaliyê re zarokan dest bi kar kir û niha ji mezinan zêdetir zarok dixebitin. Zarok herî zêde karê li ser piyan dikin û Yek ji van zarokên ku herî zêde dixebitin jî Cîhat Tutun ê 14 salî ye. Tutun niha li Pîşesaiya Maşîneyan dixebite û debara malbata xwe dike. Ji ber ku bavê Tutun nexweşê gurçikê ne û nikare bixebite li şûna bavê xwe dixebite. Cîhat Tutun hem diçe dibistanê û hem jî li cem atolyeya maşineyan dixebite û tamîrê dike. Hin caran ji seri heta binî di nava yaxê de dimîne. Tutun, anî ziman ku beriya erdhejê jî rewşa wan xerab bû û piştî erdhejê rewşa wan xerabtir bû.
Tutun, anî ziman ku wî jî dixest wekî hevalê xwe bilîse û li keyfa xwe binere, lê ji ber ku neçare piştgiriyê bide malbatê di karê atolyeya maşîneyan de dixebite. Tutun, bilêv kir ku dixwaze bixwîne û bibe doktor, lê ji ber ku şert û mercên jiyanê destûr nade niha di karê giran û zahmet de dixebite.
Li gorî dane û îstatîstîkên fermî tê gotin ku li Saziya Parastina Zarokan û Xizmetên Civakî ji 14 hezar û 398 zarokan 2 hezar û 678 zarok ji aliyê dayik û bavê xwe ve tên paşguhkirin. Her salê ji sedi 5 û 10 tev li sucê cuda dibin.

DÎHA/WAN