
Li Mêrdînê, ji ber kuçeyên wê yên teng û bi mêrdewan kar û barê berhevkirina çopan bi sala ye li ser pişta keran tê veguhastin. Peywirdarên ku bi 48 keran kuçeyan paqij dikin jî, hem ji şert û emrcên xebata ew dikin û hem ji zor û zehmetiyên ku ker dikêşin bi gilî û gazinc in. Karkerên taşeron, li gel paqijiyê ji venêrîna keran, çêkirina kurtanên wan û gelek tiştên din jî berpirisiyar in. Ji karkerên paqijiyê Abdurrahman Ozgun diyar kir ku, ew her sibeh saet di 06.00’an de dest bi kar dikin, heta êvarî dixebitin û anî ziman ku, li gel ewqas xebatê jî roja wan a destûrê tune ye. Ozgun balê kişand ser zehmetiyên karê ku ev 8 sal e dike û wiha bertek nîşan da: “Heke bavê me jî bimire, bi zor û heft bela destûrê didin. Ji bo cenaze jî tenê rojekê destûrê didin. Em li vir tenê çopan berhev nakin. Em kurtan çêdikin, axurê keran paqij dikin, êm, av û dermanên keran didin wan. Lê dîsa jî em wek karkerên taşeron tên xebitandin.” Ozgun anî ziman ku, mafên karkeran ji bo wan netêbar e û wiha domand: “Pereyê em werdigirin ji xwe têra me nake. Heqê rê, xwarinê ji bêrîka me ye. Em li mala xwe dixwin û tên. Ji ber hin hevalên me diçin gund û tên, 20 Tl heqê rê didin. Sirf ji bo em muhtacî kesekî nebin em di vî karî de dixebitin. Tu mafekî me tune ye. Ewleyiya me tune ye. Lê heke em bînin ziman dê me ji kar bavêjin. Îro mirov newêrin pirsgirêkên xwe vebêjin. Çimkî krîz heye. Heke em ji karê xwe bibin em ê birçî bimînin.”
AYNUR ÎNEDÎ / DÎHABER / MÊRDÎN