Barê zarokekî 13 salî
Hisên Ebdullah zarokekî 13 salî ye. Ji ber êrîşên balafirên rejîmê ji Helebê berê xwe daye Minbicê. Li Minbicê bavê wî bi parçeyekî topa çeteyên DAIŞ‘ê birîndar û astengdar dibe. Piştre tevî malbatê Hisên tê kampa Eyn Îsa. Hisên di xwaringeheke navçeya Eyn Îsa de dixebite. Paşê di kampê de cihekî xwe peyda dike û niha tê de xwarin û şîraniyên zarokan difiroşe. Bi firotina van Hisên El-Ebdullah malbata xwe xweyî dike.
SEMÎRA DAWÛD / GIRÊ SPÎ