Helebceyî û Germiyanî ji hebûna baregehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê nerazî ne û dixwazin ev baregeh ji ser xaka Kurdistanê bêne derxistin.

Kurdistanî hem balê dikişînin ser metirsiya van baregehan û hem jî balê dikişînin ser aliyekî din ê dagirkeriyê; dagirkeriya aborî û daxwaza boykotê dikin.

Welatî, mamosta û xwendekarên Zanîngeha Helebceyê li ser hebûna baregehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dibêjin, “Ji bo xelkê Başûrê Kurdistanê metirsiyeke mezin e, û divê bi her hewldanê ev baregehên dewleta Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê bêne derxistin.

Mamostayê Zanîngeha Helebce Dr. Faruq Neqşebendî dibêje, Dewleta Tirk ji destpêka damezrandina xwe dijminahiya Kurdan dike. Her tim Kurd paşverû dîtiye wek gel ne hesibandiye. Lê divê dijminên gelê Kurd baş bizanin ku ew ê ti carî nikaribin gelê Kurd tine bikin.”

“Hebûna baregehên dewleta Tirk metirsiyeke mezin in. Divê rêxistinên navnetewî û hikûmeta Iraqê têkildarî hebûna baregehên Tirk helwêst nîşan bidin û van baregehan ji ser xaka Başûrê Kurdistanê derxînin.”

Dagirkerî bi aboriyê

Xwendekara zanîngehê Sîver Osman jî balê dikişîne ser aliyekî din ê dagirkeriyê; dagirkeriya di warê aboriyê de û dibêje, Divê gelê Kurd malên Tirkî hemûyan boykot bike. Divê bazirganên Kurd û welatî hemû boykota malên Tirkî bikin û rê li hatina malên Tirkî bigrin.”

Welatiyê bi navê Rêbwar Mihemed jî têkildarî heman mijarê got ku bi salane gelê Kurd ji bo parastina xaka Kurdistanê xwîn rijandiye, ji bona wê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nede baregehên dewleta Tirk li nava xaka Başûrê Kurdistanê de bimînin.

Nerazîbûna Germiyaniyan ji baregehan

Welatiyên Germiyanê hebûna baregehên leşkerî û sîxurî yên dewleta Tirk ji bo zindîkirina “Mîsaq-î Millî” û dagirkirina Başûrê Kurdistanê weke metirsî dibînin, daxwaz dikin gel û hikûmet bi yek dengî li dijî vê bisekinin û wan baregehan derxin derve.

Têkildarî mijarê welatiyên navçeya Kelar a girêdayî îdareya Germiyanê axivîn.

Rojnamevan Karux Emer diya kir ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve anîna leşkeran nav xaka Başûrê Kurdistanê ber bi dagirkeriya Rojavayê Kurdistanê ve dirêj bûye û got, “Armanca tinekirina gelê Kurd e.”

Karux Emer aliyekî din ê vê dagirkeriyê jî weke zîndikirina “Misaq-î Millî” destnîşan dike û dibêje, ji bo vê bidestxistin û dagirkirina Kerkük, Mûsil û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê heye.”

Aktîvîst Nîgar Emer jî têkildarî hebûna artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê diyar kir ku binpêkirina qanûnên navdewle.

Welatiyê bi navê Kameran Mihemed jî li hember baregehên artêşa Tirk nerazîbûn nîşan da û dibêje: “Herêm bûye navendeke sîxuriyê.”

 

 ROJNEWS/HELEBCE-GERMIYAN