Li navçeya Çewlîkê, Bongilanê nêzî gundê Mûrad li ser girê Nûrik di encama kolanên arkeolojîk de, baregeheke eskerî ya Urartuyan bi temamî derket holê. Li vê baregeha ku bi surhên stûr dor lê hatibû girtin, di nava goran de parçeyên kemberên eskeran û hin amûrên tibî yên ji bo emeliyatan, hatin dîtin. Ûrartuyan beriya qederê 3 hezar salan ev dever weke baregeh bi kar aniye.
Li ser girê Nûrik kolanên arkeolojîk beirya bi 7 mehan dest pê kiribû. Midûrê Muzeyên Elezîzê Ziya Kilinç ku berpirse ji karê kolanîn li Girê Nûrik, dibêje ji sedê 95´ê kolanê temam bûye û sala 2019´an hem li Nûrik 1 û hem li Nûrik 2 wê karê kolanê dewam bike. Wî da zanîn ku ji ber ku kel û pel kêm bûne, ew wisa dihizirin ku ev dever baregehe eskerî ya Ûrartu bûye ku beriya miladê bi hezar salî bi kar dihat anîn. Jixwe, li gorî wî, dîwarên heta bi 3 metroyan stûr jî, vê teza wî piştrast dikin. 50 berhemên weke enventar û 25 berhemên ji bo etudê jî di encama kolanan de hatine vedîtin.
Ji van ya herî başlkêş jî li gorî Kilinç, amûreke emeliyatên tibî ye: ango li vir destwerdaneke tibî ya emaliyatê li nexweşekî hatiye kirin, hekîmek li vê baregehê hebûye.
ÇEWLÎK