Baroyên ku di pêvajoya hiqûqî ya derbarê Komkujiya Roboskê xemsarî kirin, û weke berpirsê sereke yê qebûlnekirina dozê li dadgehên li Tirkiyeyê û Ewrûpayê tên dîtin, bêdengiya xwe didomînin. Malbat xwedî helwêst in û li bendê ne ku baro ji ber rewşê kêmasiyê bînin ser xwe.
Xemsariya baro û siyasetvanan mohra xwe li pêvajoya hiqûqî ya derbarê Komkujiya Roboskê xist, ku li Qilebana Şirnexê ku tê de bombeyên balafirên şer ên Tirk 34 sivîl qetil kiribûn.
Miracaeta li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ya derbarê komkujiyê, beriya bi çend rojan bi hinceta ku hemû rêyên hiqûqî yên navxwe nehatina ceribandin, hate redkirin.
Belge kêm bûn, dereng man
Pêvajoya hiqûqî ya navxweyî jî ji ber sedema sersariya parêzer û siyasetvanan hate qedandin. Her çendî malbat bi arestekirina siyasetvan û parêzeran doz biribin Dadgeha Destûrê (AYM) jî ji encama neyênî para wan jî heye. Ji ber ku AYM’ê dema ku belgeyên kêm ji parêzerê têkildar, Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî xwestî, Elçî dema yasayî ya 15 rojan bi 2 rojan dereng xist, 21’ê Tebaxa 2014’an, bêyî ku hincetekê bibêje belge şandin. Bi vî rengî jî zemîn çêkir ku daraz vê bike hincet û AYM’ê red kir.
Malbatên Roboskê jî duh bi daxuyaniyekê got, dema ku wan xwestiye pêvajoya DMME’yê bi parêzerên dî re bidomînin, Baroya Şirnexê li dijî wan helwêst nîşan daye. Dawiyê DMME’yê miracaet red kir.
Baroya Amedê bi şifre peyivî, çi got?
Li gel Baroya Şirnexê ku ji ber xemsariyê û bêdengmanê têne rexnekirin, Baroya Amedê jî derbarê mijarê daxuyaniyeke razber û li şûna bersivan, pirsan zêde dike da. Baroya Amedê AYM û DMME şermezar kirin û xemsariya xwe ya di vê pêvajoyê de nedît.
Malbat dibêjin, ji dema ku biryar hatî ragihandin ve, ew ji siyasetvan, parêzer, baro û Serokê Baroyê Nuşîrevan Elçî li benda daxuyaniyekê ne û li bendê ne ku şexs û saziyên têkildar kêmasiyê bînin ser xwe.