Komîsyona Ziman a Baroya Amedê kursa wê ya pêşî ya zimanê kurdî bi dawî bû û şagirtên pêşî mezûn bûn. Serokê Baroyê Cîhan Aydin jî li ser meseleyê axivî û xwest saziyên civaka sivîl û odeyên pîşesaziyê ji bo kurdî bêhtir di jiyana rojane de cih bigire bikevin nava hewldanan.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî 4 sal berê li ber Minara Çarling hat kuştin. Elçî xebatek der barê Têgînên Huqûqî de dabû destpêkirin û Baroyê ev xebat temam kir û xebatên ji bo ziman dan destpêkirin.

Komisyona Ziman a Baroyê di kursa xwe ya pêşî de 40 parêzer perwerde kirin û ev kursa xwe bi dawî kir. Li gorî agahiyên Komisyonê dan, wê ev kurs dewam bikin.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin der barê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê re peyivî û got, “Di jiyana rojane de Kurdî weke zimanê têkilîdanînê kêm tê tercihkirin û ev jî dahola hewarê lê dide. Ji ber vê jî divê ji bo Kurdî di her qada jiyanê de xuya bike û cih bigire, bêhtir xebat bêne meşandin.”

Baroyê ji bo Kurdî xwe xist bin bar

Aydin da zanîn ku wan bi îmkanên xwe kurs pêk anîne û ji bo parêzerên xwe dane: “Niha 500 parêzerên baroya me hene. Ji bo dadgeriyeke adil me gaveke welê avêt.”

Aydin bang li odeyên pîşeyî û sendîkayan jî kir û got: “Divê her kes bifikire ka çi dikare bike. Ji ber ku kurdî roj bi roj di jiyana rojane de fonksiyona xwe kêm dibe. Nifşên nû yan kurdî kêm zanin an jî hîç nizanin.”

Aydin diyar kir ku ji bo dema bê projeyên wan hene û ji ber ku di mevzûetê û qanûnan de hukmên astengdar hene wê raporekê amade bikin.

 

MA/AMED