Barzanî çû cem Ebdulmehdî
Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî doh çû Bexdayê û ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re got, erka te ya nû serxêrê be. Taybetiya vê serdanê ew bû ku piştî refandûma 25’ê Îlona 2017’an cara yekem Barzanî çû Bexdayê.
Mesûd Barzanî li Bexdayê ji aliyê Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbusî û Rêberê Rêxistina Bedir Hadî Amirî ve hate peşwazîkirin. Barzanî destpêkê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re hevdçtin kir.
Piştî hevdîtinê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî got, serdana Barzanî ji bo pêşxistina peywendiyan girîng e. Mesûd Barzanî jî diyar kir ku ji bo Adil Ebdulmehdî pîroz bike serdana Bexda kiriye.
Li ser navê kê diçe Bexdayê?
Lê ragihandina PDK’ê, dibêjin, serdana Barzanî wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, para Herêma Kurdistanê ya di bûdceya giştî ya Iraqê de û temamkirina kabîneya Adil Ebdulmehî de gelek girîngî e. Lê, niha Barzanî ji derveyî wezîfeya Serokê PDK’ê ti wezîfeyên hikûmî nîne. ROJNEWS/BEXDA