Iraqê ev demeke dîsa bi krîza siyasî di rojevê de ye. Serokê  Herêma Federal ya Kurdistanê Mesûd Barzanî û Alîkarê Serokkomarê Iraqê Tarik Haşimî wê li Stenbolê li hev bicivin.  Çav li rê ye ku Barzanî di serdana xwe ya Tirkiyeyê de bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Karê Derve Ahmet Davûtoglû re jî hevdîtinê pêk bîne.
Hikumeta Tirkiyeyê ku dixwaza di krîza siyasî ya Iraqê rol bistîne, tê ragihandin ku wê derbarê ‘Konferansa Netewî ya Iraqê’ de bi Barzanî û Haşimî re bikeve nav danûstandinan.

Li Başûr planên Tirkiyeyê hene

Piştî ku Tariq Haşîmî xwe avêt bextû Başûrê Kurdistanê, li Iraqê siyaset ji nû ve şêwe digiri. Di demeke weha de li hemberî bandora Îranê ku di demên dawî de di siyaseta Iraqê de zêde dibe, hikûmeta AKP´ê dixwaze bi hevsengiya Barzanî û Haşîmî di vê pêvajoyê de cîh bigire.
Barzanî wê sibe (roja Pêncşemê) biçe Stenbolê. Hat diyarkirin ku Barzanî wê li vir bi Tariq Haşîmî, Serokwezîrê Tirk Erdogan û Wêzîrê Karê Derve Davutoglu re li hev bicive. Ji ber biryara girtinê ya der heqê Haşîmî de, hikûmeta AKP´ê piştgiriyê dide banga Barzanî ya ku ji bo Konferansa Netewî ya Iraqê li Hewlêrê were kirin. Haşîmî xwestibû ji bo konferans li Hewlêrê were lidarxistin, dewleta Tirk bikeve dewre û vê daxwaza xwe ji Erdogan û Davutoglu re ragihandibû. Konferansa Netewî ya Iraqê, hatibû plankirin ku di 5´ê Nîsanê de li Bexdayê were lidarxistin, lê belê ji ber aloziya di navbera aliyan de hatibû paş ve xistin.

Wê PKK´ê were nirxandin
Di vê navberê de hefteya borî jî Wezîrê Ewlekariya Netewî Falîh Fayyad ku weke kesê herî yê Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî tê zanîn çûbû Tirkiyeyê.  Ji aliyê din ve tê diyarkirin ku di serdana Barzanî ya Enqere de tevî krîza Haşîmî, wê mijara PKK´ê jî were nirxandin. Li gorî agahiyan ji ber ku hikûmeta AKP´ê naxwaze kurd li Rojavayê Kurdistanê bi hêz û bandor bibin, wê vê mijarê jî bi Barzanî re binirxîne.

 ANF/HEWLÊR




´Serxwebûn ne mimkûn e´


Li ser guftugoyên der barê serxwebûna kurdan a li Başûrê Kurdistanê de, Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî jî axivî û got; "Ne mimkûn e ku Herêma Federal ya Kurdistanê serbixwe be".
Piştî daxuyaniyên ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di van rojên dawî de kiribûn û anîbû ziman ku Kurd wê ‘Qedera xwe bi xwe tayîn bikin’, Serokkomarê Iraqê û Serokê YNK´ê Celal Telebanî jî di vê mijarê de ji Televîzyona El Cezîre re axivî. Talebanî got: “Raste mafê me yê li Kurdistanê qedera xwe bi xwe diyar bikin heye, lê belê em vî mafî ji bo sîstema demokratîk ya Iraqê bikartînin.”
Telebanî diyarkir ku, serxwebûn ne gengaz e û wiha axivî: “Di çerçoveya Iraqê de mayîn îro zêdetir bi kêrî gelê Kurd tê. Ev dem ne dema welatên biçûk, dema yekîtiyên mezin e. Temaşeyî Ewropayê bikin, hewl didin bên gel hev, temaşeyî welatên din bikin. Xeyal bikin ku parlemena Kurdistanê biryara serxwebûnê da. Em bêjin welatên cîran Tirkiye, Sûriye, Iraq an jî Îran çek neşandin, tenê sînorên xwe girtin. Hûnê çawa hatiba vêderê? We wê kariba hatibana? Pêwîste em li gorî rastiyan difikirin. Di çarçoveya Iraqê de em dikarin ji hemû mafên xwe sûdê werbigirin."