Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî doh got, ew bi biryara hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê ku redkirina referandûmê a bi biryara dadgeha bilind a federal qebûl dike, bi ‘kêfxweşî’ pêşwazî dike. 

Piştî referandûmê yek ji îdîayên êdî her kesî dizanî şanoyeke din e li ser dika siyaseta Başûrê Kurdistanê, ew bû ku referandûm û encamên wê wê ti carî neyên betalkirin. Hem Mesûd û hem Mesrûr Barzanî ev yek bi israr pirr bare kir. Lê di dawiyê de Hikûmeta Herêmê ku Barzaniyekî din ango Nêçîrvan Barzanî serokatiya wê dike, biryara dadgeha federal a Iraqî ya ku referandûm neqanûnî ragihand qebûl kir û hêvî kir diyalog bi wan re pêk bê; hem jî piştî ku nêzî nîvê erda Kurdistanê ji dest dan.


Alîkariyê bidin Edabî ji bo deriyên sînor

Hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê pêr bi daxuyaniyeke nivîskî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku referandûma 25’ê Îlonê red dike, qebûl kiribû.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li paytext Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ew vegera ji biryara xwe ya rêveberiya Hewlêrê ‘bi kêfxweşî’ pêşwazî dikin.

Ebadî got, “Ji Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê dixwazim ku ji bo bicihanîna destûra bingehîn û birêvebirina deriyên sînor alîkariyê bide me. Daxuyaniya Hikûmeta Herêmî ya Kudistanê erênî dibînim.”

Serokwezîrê Iraqe Haydar Ebadî diyar kir ku hikûmeta Bexdayê wê mûçeyên karmendên li Herêma Kurdistanê bide.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî dabû xuyakirin ku heger mûçeyên karmendan bê dayin, ew ê gelek tiştan teslîm bikin. 


NAVENDA NÛÇEYAN