Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Tirkiyê de nerazîbûna xwe ji PKKê careke din li pêşberî siltan ragihand.

Boykotkirina malên Tirk li Başûr, xweseriya li Şengalê, dagirkirina Rojava û firotina petrola Başûr rojevên darîçav ên serdana Barzanî bûn.

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêr çû Tirkiyê û bi wezîrê karê derve û serokkomarê Tirkiyê re rûnişt. Serdana Barzanî ya Tirkiyê bal kişand ser xwe. Ji ber ku di demekê de dewleta Tirk ji her demê zêdetir dijminatiya xwe ya li hemberî tevahiya Kurdan eşkere tîne ziman û li Rojava û Başûrê Kurdistanê vê eşkere pêk tîne. Ya din jî di demekê de pêk tê, 3-4´ê Kanûnê civîna NATOyê heye û li vê civînê wê dewleta Tirk bi kuştin û siyaseta qirkirinê ya Kurdan were gunehbarkirin. Lewma dewleta Tirk wê vê serdanê weke dostaniya xwe ya bi Kurdan re nîşan bide û wê YPGê jî weke “terorîst” bi nav bike. Ji ber vê, serdana Mesrûr Barzanî tê guftûgokirin: ji axaftina wî ya bi zimanê Ingilîzî wêdetir, mijara aboriyê, boykota li ser malên Tirk li Başûrê Kurdistanê û firotina petrola Başûr bi rêya dewleta Tirk û ragirtina hatina jê li bankeya Halk Bankasiyê.

Li Başûrê Kurdistanê, ji 20 zêdetir binkeyên eskerî yên artêşa Tirk a dagirker hene û di heman demê de rêveberiya Bexdayê jî aciz dike. Lê belê dewleta Tirk bi mijara avê gefan li Bexdayê dixwe û wê li hemberî vê bêdeng dike. Ne tenê ev, dewleta Tirk Tirkmenên li Iraqê jî bi rêxistin û bi sîleh dike.

Mijara petrolê jî rojev bû

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed, li ser serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê, li ser malpera xwe ya fermî nivîsek belav kir. Xalib sernivîsa jî weha danî ‘Axaftina dawî li gel sultan Erdogan’ Xalib Muhammed dibêje; “Sedemê serdanê ji bo teslîmkirina nefta herêma Kurdistanê ya ji bo Iraqê, pirsa xwe bi sultan Erdogan bikine. Beriya çend hefteyan min got ku nefta herêmê milkê Tirkiye û çend mafyek li herêmê ye. Lê bi dehan endamê saziya parastinê ya Mesrur me sucdar kirin û diyarkirin ku ne wisa ye. Nedizanîn ku wê rojek were û Mesrûr ji bo neftê biçe Tirkiyeyê û pirsa xwe bi wan bike û bêje teslîm bikîn yan na. Ji ber ku li gorî lihevkirina 50 salan ya malbata Barzanî, Tirkiye xwediyê neft û Erdogan jî sultanê nefta Herêma Kurdistanê ye. Êdî xelk mûçe digre yan ne, ew ne girîge. Ya girîng sultan ji wan razî be.”

Hizbên din bêdeng rûdinin

Di dewama nivîsa xwe de parlamenterê Iraqê bêdengiya aliyên siyasî ya li ser lihevkirina 50 salan ya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de rexne kir û got; “Hizbên din jî weke ku yek serokekî hizbên wan heye, bêdeng rûdinin û tenê guhê xwe digrin. Di demek de ku ger sultan razî be û bi Iraqê re peywendî baş bin û bi Iraqê re pereyek baş bi dest wan bikeve, wê neft were teslîm kirin. Ger ne wisa be wê pirsgirêk derxin, eger welatiyên herêmê û rêveberên hizban hemû bêjin teslîm bikin!”

 

NAVENDA NÛÇEYAN