
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî danûstandinên xwe yên li Stenbolê doh derbasî Enqere bû. Barzanî bi Wezîrê Karê Dervê yê Tirkiye Ahmet Davutoglu, Hevserokên BDP´ê Selahattîn Demîrtaş û Serokkomarê Tirk Abdullah Gul re rûnişt. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat û der barê hevdîtinan de ti daxuyanî nehate dayîn. Serokwezîrê Tirk Erdogan jî di dema serdana Katarê de bersîv da pirsên der barê hevdîtina xwe ya bi Barzanî re û diyar kir ku eger PKK´ê dev ji çekan berde, wê operasyon bi temamî rawestin.
Barzanî, doh destpêkê li avahiya Wezareta Karên Derve bi Davutoglu re rûnişt. Li gorî çavkaniyên çapameniya Tirk, hevdîtina Barzanî û Davutoglu qasî du saet û nîvan dewam kiriye û di vê hevdîtinê de li ser têkoşîna li dijî PKK´ê û mijarên hevkariya aboriyê hatiye rawestîn. Her weha di hevdîtinan de bûyerên li Surî, polîtîkaya hundirîn ya Iraqê jî hatiye nirxandin. Di hevdîtinê de Barzanî der barê danûstandinên xwe yê bi Emerîkayê re agahî da. Davutoglu jî der barê hevdîtinên rayedarên Tirk ku berî demekê bi siyasetmedarên Iraqî re kiribûn agahî da. Di hevdîtinê de di serî de mijara PKK, ji bo di mijarên din de jî danûstandin dewam bikin her du alî li hev kirin.
Barzanî her weha doh tevî heyeteke çû Qesra Çankayayê û li wir bi Serokkomarê Tirk Abdullah Gul re rûnişt. Hevdîtin ji çapameniyê re girtî pêk hat.
Barzanî bi Demîrtaş re rûnişt
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî, danê nîvro jî bi Hevserokê BDP´ê Selahattîn Demîrtaş re hate cem hev. Hevserokê KCD´ê Ahmet Turk jî tevlî hevdîtinê bû. Hevdîtin li Otela Sheratonê pêk hat. Piştî hevdîtinê Demîrtaş daxuyanî da çapameniyê û diyar kir ku li ser ti mijareke taybet neaxivîne.
Erdogan daxuyanî da
Serokwezîrê Tirk Erdogan ku pêr bi Barzanî re rûniştibû, doh di dema serdana xwe ya Qatarê de li ser hevdîtinê de bersîv da pirsên rojnamevanan yê der barê çek berdana PKK´ê de. Erdogan li ser mijarê weha got: "Di hevdîtinê de me ev mijar nenirxand. Lê di hevdîtinên me yê bi Bakûrê Iraqê re ji xwe em vê mijarê dixin rojevê. Banga me ew e ku divê rêxistina terorê dev ji çekan berde. Eger çek werin berdan, jixwe weke dewleta Tirk helwesta me zelal e, bi temamî wê operasyon werin rawestandin. Lê heta ku çek neyên berdan dewletê operasyonan ranawestîne."
Li ser pirseke der barê Iraqê de jî Erdogan anî ziman ku ew parçebûna Iraqê naxwazin û weha axivî: "Ji destpêkê ve armanc û daxwaza me yekparebûna axa Iraqê ye. Em weke welatekî cîran di wê nêrînê de ku parçebûna Iraqê wê Iraqê lewaz bike. Ji ber Iraq a parçebûyî wê bi ti awayî nebe welatekî bi hêz. Wê hemû gelê Iraqê bê hêz bike, dewleta Iraqê bê hêz bike. Ji ber vê yekê em yekparebûna erdên Iraqê dixwazin. Em hêvî dikin ku kesek jî firsendê nade parçebûneke bi vî rengî."
ANKARA
Ji Karayilan bangewazî
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên li Tirkiyeyê û ji Barzanî xwest ku ji bo polîtîkayên AKP’ê nebe amûr û got; “Em naxwazin Birêz Mesûd Barzanî bikeve nava vê lîstokê û beşdarî şerê şikandina vîna(îrade) gelê Kurd bibe.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji kanala televîzyonê NRT a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike re axivî û diyar kir ku eşkere bûye ku Erdogan biryara şer daye û tu niyeta wî ya ji bo çareseriyê tune ye.
Dewleta Tirk ji bo çareseriyê tevnegeriya
Karayilan destnîşan kir ku hevdîtinên PKK’ê yên bi Tirkiyeyê re 3 salan berdewam kir, lê dewleta Tirk heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ji dil tevneriyaye tu sozên xwe bi cih neanîye. Karayilan diyar kir ku ji bo sozên di hevdîtinan de hatine dayîn tu pêngavên pratîk nehatine avêtin û got, "Ev yek jî durûtiya dewleta Tirk nîşan da".
Karayilan, anî ziman ku ew weke tevgera azadiya Kurdan li hemberî biryara şer bi têkoşîna gerîlayan û şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe didin. Karayilan got; “Me li hemberî van polîtîkayan gotiye Êdî Bes e” û wiha domand; “Em weke tevger xwedî ezmûn, tecrûbe û têkoşîneke mezin in.” Karayılan bersiva pirsa “Tirkiye çima Îmrali, PKK û BDP’ê muxatab nagire da û got; “Dewleta Tirk şerê şikandina vîna gelê Kurd, rêbertiya wê, PKK û BDP’ê dimeşîne.”
Ji bo Barzanî bangewazî
Karayilan bal kişand ser hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên li Tirkiyeyê û ji Barzanî xwest ku ji bo polîtîkayên AKP’ê nebe amûr û got; “Em naxwazin Birêz Mesûd Barzanî bikeve nava vê lîstokê û beşdarî şerê şkandina vîna (îrade) gelê Kurd bibe.”
Karayilan bal kişand ku ew weke tevger tu carî li hemberî DYE’yê tu helwest û çalakî li dar nexistine û got; “Lê Emerîkayê ji bo berjewendiyên xwe hevkariya Tirkiyeyê dike û Tevgera Azadiya Kurdan kiriye dijminê xwe û dixwaze tasfiye bike.Serokê Konseya Rêveber yê KCK´ê Murat Karayilan destnîşan kir ku CIA ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê agahiyan kom dike. Karayilan destnîşan kir ku tu niyeta çareseriyê ya AKP’ê tune ye û tişta ku jêre dibêjin “pêşîlêvekirin” jî weke polîtîkaya mijûlkirinê bi nav kir.
Karayilan gelê Başûrê Kurdistanê silav kir û şehîdên Enfalê bi bîr anî û got; “Em şehîdên Enfalê weke şehîdên azadiyê dibînin.”
ANF/HEWLÊR