
Pêr malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, peyama pîrozbahiya serketina referandumê ji bo Serokkomarê Tirk Recep Tayip Erdogan û Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim şand. Hêjayi gotinêye, ti berpirsekî/e welatên Ewrûpa pîrozbahî li Erdogan nekirine. Ne tenê Erdogan bi ser neket, di heman demê de dengê na ya ji bo guhertina destûra Tirkiyê bi ser ket. Lê Erdogan bi hile û saxtekariyê 2 milyon û 500 hezar dengên bê mohr bikar anî û dengê erê zêdekir û ji sedê 51’ê dengan kir yekem. n NAVENDA NÛÇEYAN