Dewleta Tirk ji bo asteng bike ku Kurd bibin xwedî statu hewldanên xwe dewam dikin. Ji bo vê jî her ji ya xwe tên xwarê û tawîzan dide hêzên navneteweyî û dewletên herêmê. Serokwezîrê dewleta Tirk Bînalî Yildirim pêr û doh çû Iraq û Başûrê Kurdistan. Li Bexdayê tevî serokkomarê Iraqê Ebadî got, me li ser vekişîna eskerên Tirk ji Başîkayî li hev kir. Ji wir jî berê xwe da Hewlêrê ku serokwezîrê hikûmeta betal a Hikûmeta Herêmê ew lê pêşwazî kir.

Tirkiyeya ku di got, ew ê ti carî ji Başîka venekişe, ji bo ku asteng bike Kurd li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê bigihîjin mafên xwe û bibin xwedî statu ji tevahiya gotin û kirinên xwe yîn heta beriya bi çend mehan feraxet kir, ji tevahiya kerên miqersiza xwe hat xwarê.

Wezîrên xwe dan dûv xwe

Bînalî Yildirim bi şandeke mezin a ji Wezîrê  Enerjiyê yê Tirk Berat Albayrak, Wezîrê Parastinê Fikrî Işik, Wezîrî Perwerdeyê Îsmet Yilmaz, Wezîrê Aboriyê Nîhad Zeybekçî, Wezîrê  Bazirganiyê û Gumrikê Bulent Tufenkçi û Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan pêk tê.

Şanda Bînalî Yildirim despêkê li Bexda  li gel Serokwezîrê  Iraqê Heyder Ebadî,  Serokkomar Fuad Mehsum û piştre ji li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî civiya bû.

Piştî civîna di navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û Serokwezirê Tirk Bînalî Yîldirim bi dawî bû. Serokwezîrê Tirk bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya.

Yildirim PYD û PKK hedef nîşan da

Di encama civînê de aliyan daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê. Yildirim destketiyên Kurdan li çarbeşan hedef dan nîşandan û Barzanî jî spasiya xwe ji bo piştgiriya dewleta Tirk ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman. 

Barzanî got: “Em vê serdanê gelek girîng dibînin. Ev nîşaneya piştgiriya dewleta Tirk û gelê wê yê ji bo Herêma Kurdistanê. Em ji ber piştgiriyên dewleta Tirk û gelê wê spas dikin.” Barzanî her wiha got, “Em hêvîdar in ku Tirkiye di têkoşîna li dijî terorê de bibandor bibe.”

Yildirim jî got, “Êrîşên PKK’ê yên ji Iraqê li dijî welatê me dike nayên qebûlkirin. Di vê mijarê de çi pêwîst be heta dawiyê dê were kirin. Belavbûna PKK’ê ya Şengalê qet nayê qebûlkirin. Ev meseleyeke ewlekariyê ye. Ne tenê meseleya Tirkiyeyê ye, meseleya we ye jî. Li vir pêwîstî bi xebateke hevbeş heye. Em nikarin çavê xwe ji xebatên PYD’ê re bigirin.”

Balkêş e ku hemû daxuyanî li ser destkeftiyên gelê Kurd li Başûr, Rojava û Şengalê bû. Serokwezîrê Tirk li kêleka serokê PDK’ê Mesud Barzanî ji PKK, PYD û YPG’ê re got, di dîtina me de hemû wekhev in û dagirker in. Her wiha bi taybet ji bo PKK’ê jî li ser hev gotina terorîst bi kar anî. Lê, ti nerazîbûn an jî îtîrazeke Barzanî ji van daxuyaniyên Yildirim re çênebû.