Kadrî Başçi, li Mêrdînê ev 21 sal e tik û tenê hûnera qewartina darên bi awayeke hêsanî dike.

Başçi diyar kir ku, pêşiya vê hûnerê wî karê elektironîkê dikir û wiha axivî: “Di karê elektronîkê de min îflas kir û min dest bi vê hûnerê kir. Ji xwe di zarokatiyê de eleqeyeke min î zêde ji bo hûnerê hebû. Piştî îflasê, min dikana qewartina daran vekir û hîn jî berdewam dikim. Baş e ku min di karê elektronîkê de îflas kiriye.”

‘Ez gelekî ji vê hunerl hez dikim’ 

Başçi ragihand ku, ew ji darê zeytûn, tû û gûzan berheman diafirîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev hûnera ku em pêk tînin, demek dirêj ji bo wê divê. Carina çêkirina hinek berheman bi mehen berdewam dike. Ez ji vê hûnerê gelek hez dikim. Ji bo ev hûner berdewam bike, çi ji destê min bê ez ê bikim.” 


MÊRDÎN