Welatî bi komkirina Kevirên reş ên Burkanî ku ji girê nêzî gund ê bi navê Girê Mişkotê nasîn derdixin debara xwe ya jiyanî dikin. Piraniya şêniyên gund ku amûrên çandiyê ( Traktor ) li gel wan keviran li gir kom dikin û difroşin welatiyên herêmên derdorê.
Bi vê yekê gundiyên Mişko bûne hosteyên avakirina avahiyan. Ji ber ku kevirên reş zêde giran in û zehmetiya bikaranîna wan di avakirinê de heye ku avakaran û hostayên lêkirinê têde zehmetiyan dibînin.
‘ji bo avakirinê baştirîn kevirin’
Derbarê mijarê de welatiyê gundê Mişko Ebdulezîz Ehmed ji ANHA’yê re axivî û wiha anî ziman: “Gundê me bi kevirên reş ên giran û hişk tê nasîn. Ev kevirên ku gundî ji girê Mişko derdixin ji ber hişkbûn û şekilê xwe yê alîkar ji bo lêkirina avahiyan baştirîn kevirin .”
Kevir bi çakûçan têne şkandin û ji ber hişkbûna xwe dûz û rast parçe dibin. Piştî lêkirinê rengekî xweş didin avahiyan û ji ber ku kevir pir in û bê pere peyda dibin, pirandiya welatiyên herêmê berê xwe didin gund. Ebdulezîz Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku di demên dawiyê de ji ber zêdebûna buhaya kirîna keviran û kêmbûna hejmara hosteyên avakirina bi kevirên reş û ji ber ku giran in û di avakirina wan de jî miqdarekî mezin ji çemento pêwîst dike, welatî li herêmên din kêm bi kar tînin.
KOBANÊ