EHMED KERKÛKÎ / ANF/KERKÛK
Li Iraqê karê ji bo hilbijartinê didome. Kurdistanî jî xwe amade dikin ku bi lîsteyekê tevlî hilbijartinê bibin. Hevserokê lîsteya tifaqên Kurdistanî Abdurehman Mistefa der barê hilbijartinê de axivî. Mistefa anî ziman ku di lîsteya tifaqên Kurdistanî de 32 partî û sazî hene û got, “Ji bilî partiyên Kurdan partiyeke Ereb û çar partiyên Tirkmen jî hene. Heta niha karekî me yê serketî heye.”
Mistefa bi bîr xist ku partiyên Kurdistanî di hilbijartinên derbasbûyî de ji hev belav bûn û got, “Di hilbijartinên berê de her partî bi lîsteyeke cuda tevlî dibûn. Ji ber ku partî ji hev belav bûn gelek dengên Kurdan betal dibûn. Lê belê niha partiyên Kurdistanî bi lîsteyek û yekrêziyê tevlî hilbijartinê dibin, lewma deng wê di vê hilbijartinê de betal nebe. Ev yek jî wê ji bo gelê me serketineke mezin be. Em ê vê carê piraniya kursiyên li meclîsê bajaran werbigirin û bi vî rengî hîn bêhtir xizmetê ji gel re bikin.”