Hunermendê navdar ê Başûrê Kurdistanê Hesen Şerîf stranek li ser êrişên li dijî Kurdan got, û paşê jî peyama piştgiriyê ji bo Berxwedana Rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê da.

Hunermendê navdar yê Başûrê Kurdistanê Hesen Şerîf ji bo piştgirî dayîna berxwedana rûmetê ya şervan û gelê Rojavayê Kurdistanê, peyameke kurt da û stranek got.

Hesen Şerîf di peyama bi dîmen de piştî gotina stranê, got, “Weke hunermendekî dixwazim peyam û silavekê bigihînim ji bo Rojava. Bejna xwe li ber berxwedana wan ditewînim. Nêzî hefteyekê ye dewleta Tirk a faşîst û barbar bê navber, bi hemû teknîk, çeqel, diz û çeteyên xwe êrişê Rojava dikin.”

Bibin yek

Hesen Şerîf li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga hevgirtinê li Kurdan kir û wiha axivî, “Ez bang li gelê Kurd dikim ku em hev bigirin. Hawar û gaziya me ew e, em yek bigirin. Helwêsta gelê Kurd a xwedî derketina li Rojava pîroz dikim.”

Şerîf bi bîr xist, hunermendên Tirk ji bo dagirkeriyê li her cihî li gel Dewleta Tirk disekinin û bang li hunermend û gelê Kurd kir û got, “Çawa Tirk ji bo dagirkeriyê li her devera cîhanê hev digirin, divê Kurd jî li hember dagirkeriya wan li her derê hev bigirin. Pêwîst e em Kurd qedrê xwe, şehîdên xwe, ax û Kurdistana xwe bizanin. Em her timî dibêjin, yekbigirin. Dîsa dibêjim, em hemû hev bigirin.”

Tirkiyeyê, malên wê û çanda wê boykot bikin

Hesen Şerîf di dewama axaftina xwede banga boykotkirina berhemên Tirkî û rêze filmên Tirkî kir û got, “Banga min li Başûrê Kurdistanê ye ku bendewariya hemû gelê me ji vê qada me ya azad heye, divê gelê me yê Başûr bi boykotkirina malê Tirkî derbe li ekonomiya Tirkiye bixin. Divê rêzefilmên wan yên dagirker boykot bikin.”

Hunermend Hesen Şerîf axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê divê em bizanin em kî ne û xwe baş nas bikin. Serketin ji bo Rojava, serketin ji bo Kurd û Kurdistanê. Em ê her timî li cihê xwe bimînin.”