
Hate ragihandin ku di civîna Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî ya li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de dîroka hilbijartina parlamentoyê, serokatiya Herêma Kurdistanê û referandûma serxwebûnê hatiye diyarkirin.
Li bajarokê Pîrmam Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya. Li gorî agahiyên hatine dayîn, di civînê de li ser dîroka referandûm û hilbijartinên parlamentoyê û serokatiya Herêma Kurdistanê biryar hatiye dayîn.
Li gorî biryarên di civînê de hatin dayîn, wê di 6’ê Mijdara 2017’an de hilbijartina parlamentoyê û serokatiya Herêma Kurdistanê bi hev re werin kirin. Her wiha wê di 25’ê Îlona 2017’an de jî referandûma serxwebûnê dê bikeve dengdanê. Wê xelkê Herêma Kurdistanê biryarê li ser serxwebûnê bidin.
Desteserkirina Barzanî didome
Hêjayî gotinê ye ku Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê beşdarî civînê ya Mesûd Barzanî nebibûn û Civîn red kirîbûn.
Ji 19’ê Tebaxa sala 2015’an ve wextê serokatiya Herêma Kurdistanê bi dawî bûye, lê hîn Mesûd Barzanî dest ji wezîfeya xwe bernedaye. Her wiha Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî ji 12’ê Cotmeha heman salê ve hatiye bêaktîf kirin û rê nayê dayîn Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê bikeve Hewlêrê.
Civîn ne cidî ye
Berdevkê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Rêbiwar Hemed helwêsta hizba xwe ya di derbarê civîna Barzanî û hinek partiyan û encamên referandûmê de eşkere kir.
Rêbiwar Hemed bi bîr xist ku ew beşdarî vê civînê nebûne û got: “Em beşdarî civînê nebûn. Ji ber ku ev civîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên sereke yên herêmê û başkirina rewşa xelkê ne cidî bû. Di dema ku rewşa darayî ya hikûmetê baş de ji bilî aktîfkirina parlamentoyê, pirsgirêkên sereke jî nayên çareserkirin. Emê li encûmeniya siyasî ya xwe guftûgoyê li ser mijarê bikin. Ger pêwist bike emê bi awayeke fermî axaftina xwe bikin.”
Rêbiwar anî zimên ku referandûm mafeke xwezayî yê gelê Kurd e û wiha pê de çû. “Lê ger ku biryar li parlamentoyê were girtin û bingeha yasayî ya herêmê rola xwe bilîze. Her wiha herêmên rewşa wan nakok jî bigire nava xwe. Me ev yek ji şandeya PDK’ê û YNK’ê re jî gotiye. Dema ku hatibûn serdana me.”
Biryar bê parlamento nabe
Rêbiwar Hemed anî ziman ku ew piştgiriya refefandûma tenê ji bo zanîna fikra xelkê were kirin û serxwebûnê li pişt xwe neyne red dikin û got: “Em ne li gel wê referandûmêne ku parlamentoya wê nebe û li pişt xwe serxwebûn û dewletê neyne.”
NAVENDA NÛÇEYAN