Li Başûrê Iraqê piştî xwepêşandanên roja Sêşemê gelek dibistan û saziyên rêveberiyê nehatin vekirin.

Li Iraqê krîzeke mezin a civakî heye. Ji ber hejarî û rêveberiya xerab beşekî zêde yê gel hejar e, û bêkarî gelekî zêde ye.

Çalakger dixwazin ku ev pergal were guherandin û rêveber hemû werin nûkirin.

Di 1’ê Cotmehê de xwepêşandandan destpê kirin û heta niha 350 kes mirin.

Roja Sêşemê li Kerbelayê gule li ser xwepêşanderan hate reşandin û kesek mir. Ji roja Çarşemê û vir ve, dibistan nehatin vekirin.

Li bajarê Necefê û El Hîllayê dibistan nehatin vekirin.

Li Kerbelayê ya ku her sal bi milyonan Şîî diçin serdana wê jî doh destê sibehê dûmaneke reş ji ser bajêr bilind bû. Rêyên sereke yên bajêr hatin girtin.

Di du rojên dawîn de 100 kes birîndar bûn.

Li Dîwaniye ya li başûr jî dibistan û saziyên fermî nehatin vekirin. Çalakger ji bo ku nehêlin karmend buroyên xwe vekin, bendên grevê danîn. Hêzên dewletê li hemberî xwepêşanderan xwe vekişandin.

Li Kût û Necefê jî saziyên fermî nehatin vekirin. Li Nasiriyê rayedaran ferman da ku divê saziyên fermî 2 rojan neyên vekirin.

Li Bexdayê jî ciwanan li ser rêyan bend danîn.

 

ANF/BEXDA