Komîteya Mafê Mirov a Parlemnetoya Herêma Kurdistanê Befrîn Hisên têkildarê jijarê ji PUKmedia re axivî û got; “Projeya yasaya lêborîna giştî ev saleke li Parlementoya Kurdistanê ye û xwendina yekem li ser hatiye kirin û piştre radestê aliyên peywendîdar li Parlementoyê hatiye kirin.”
Befrîn Hisên got; “Em wek Komîteya Mafê Mirov a Parlemnetoya Kurdistanê kar li ser rakirina yasaya sizaya darvekirinê dikin û dişopînin. Her çendî ji sala 2008`an ve heta niha cezayê darvekirinê li Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn jî, lê belê ev yasaye hîna jî heye. Heta niha zêdetirê 135 girtî hene ku cezayê darvekirinê li ser wan heye. Em hewl didin ku cezayê darvekirnê li ser wan rabikin û bikin bi cezayê zîndana hetahetayî.
Endama Komîteya Mafê Mirov a Parlemnetoya Herêma Kurdistanê Berfîn Hisên diyar kir ku rêxistinên navneteweyî yên mafê mirovan di raporên xwe yên der barê mafê mirovan de ji ber ku Herêma Kurdistanê cezayê darvekirinê pêk nayne, spasiya wê dikin.
ANF/HEWLÊR