Eskeran doh serê sibehê, dema ku malbatekê hewl dida di sînor re derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, gule li wan reşandin. Di encamê de, welatiyê bi navê  Cîhad Gitêî ku ji herêma Şedadê ye û du zarokên wî yek jê 2 salî û yê din 9 salî, jiyana xwe ji dest da.
Kesên jiyana xwe ji dest dayî rakirin nexweşxaneya Girê Spî.
Di 2’yê Îlonê de jî eskerên Tirk welatiyê bi navê Salih El-Xelef (30) ê ji gundê El-Cenderatî yê 7 km li rojhilatî Girê Spî, dema ku erdê xwe av dida, gulebaran kir û ew ji lingê wî birîndar kir. 


GIRÊ SPÎ