Îbrahîm Şêx Mihemed yek ji niştecihên bajarê Minbicê ye ku bi darê zorê ji bajarê xwe hatiye derxistin. Îbrahîm Şêx Mihemed û kurê xwe Ebdo Doçka bi destpêkirina şoreşa Sûriyayê re li bajarê Minbicê tevlî tabûra Ehrar Sûriye bûn.

Dema çeteyan sala 2014’an êrîşî bajêr kir di navbera wan û Artêşa Azad de ku Ehrar Sûriye jî di nav de bû, şerekî dijwar qewimî. Komên Artêşa Azad ji bo ku gelê sivîl zirarê nebîne, neçar man ku ji Minbicê derkevin û berê xwe dan Kantona Kobanê.

Îbrahîm û kurê xwe Ebdo Doçka, dest ji têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bernedan û tevlî tabûra Şems El-Şemal bûn. Bav û kur bi hêviya ku careke din vegerin bajarê xwe û bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, roj dihejmartin.


Ebdo bi giranî birîndar dibe

Di berxwedana Kobanê ya sedsalê de, Îbrahîm di bin fermandariya kurê xwe Ebdo Doçka de cihê xwe girt û mil bi mil têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ”ê dewam kir.

Roja 8’ê Nîsana 2015’an saet di 20.00’an de li bajoraka Sirrin a li başûrê Kobanê di navbera tugayên girêdayî Burkan El-Firat û çeteyên DAIŞ’ê şer qewimî. Fermandar Ebdo jî tevlî wî şerî dibe û bi hevalekî xwe re birîndar dibe. 

Di destpêkê de bavê Ebdo Doçka, Îbrahîm Şêx Mihemed diçe hewara birîndaran. Îbrahîm dizane kurê wî di nava birîndaran de ye, lê belê ji ber ku şev e nizane kîjan Ebdo ye. Piştî ku diçe nexweşxaneyê dibîne ku Ebdo ji serê xwe bi giranî birîndar bûye û wî radikin Bakurê Kurdistanê. 

 

Hestên bavê Ebdo Doçka

Bavê Ebdo, Îbrahîm Şêx Mihemed heta nexweşxaneyê pê re diçe, lê dema derbasî Bakûr dikin, ew vedigere gundê Berxbotanê. Bavê Ebdo dizane birîna Ebdo giran e û dibe ku şehîd bibe. 

Ebdo Doçka di 9’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dide. Bêyî ku bavê Ebdo agahiya şehadeta kurê xwe bigire, diçe ber dîwarê mala xwe dirûnê û rondikan dibarîne.


Tevlî operasyona Minbicê bû

Bavê şehîd Ebdo, Îbrahîm Şêx Mihemed tevî temenê xwe yê mezin, ji bo xeyalên kurê xwe bi cih bîne, tevlî hemleya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla bûye. Îbrahîm ku niha li ser bendên kontrolê disekine derbarê xeyala kurê xwe de weha axivî: “Şehîd Ebdo her tim digot ‘ez ê biçin Minbicê û di daketina bajarê xwe de şehîd bikevim’. Lê Ebdo şehîd bû. Dema Ebdo şehîd ket, min soz da ku temenê min çi dibe bila bibe, ez ê xewn û xeyalên Ebdo bi cih bînim û ez ê çeka wî rakim. Niha xewn û xeyalên wî bi cih tên, hevalên wî di hundir bajarê Minbicê de şer dikin û di demeke nêz de wê Minbic bi tevahî ji çeteyan were paqijkirin”.