Dewleta Tirk a qirker û dagirker têkiliyên wê bi çeteyan re her di rojevê de ne. Lê mesrefên li van çeteyan tên kirin civak jê bê xeber e.
Çeteyên DAIŞ´ê yên dewleta Tirk nav û kirasên nû li wan kirine, dema mûçeyên xwe nagirin, aciz dibin û ji ber kêmbûna nirxê perê Tirk mûçeyê xwe weke dolar dixwazin.
Têkiliya dewleta Tirk bi çeteyan re ne cihê guftûgoyê ye. Ji ber ku ew bi xwe dewleteke çete ye. Ango bavê çeteyan e. Lê aliyekî din ê vê têkiliyê heye, mesrefê dewleta Tirk li van çeteyan dike. Bandora vê li ser civakê mezin e. Lê civak çiqasî hay ji vê heye. Hinek caran bê hemdê xwe serekçete Erdogan li bandora şer an jî dagirkeriyê ya li ser aboriyê mikur hat û anî ziman ku fîşekên çêdikin ne leblebiyên li bazarê ne. Ango bi vê xwest bêje şer karekî bi mesref e. Jixwe li vir hewce nake, em qal bikin ka çawa şer demokrasî û nirxên civakê têk dibe.
Îca dema nirxê pereyê Tirkiyeyê ket û dikeve, pêşî çete ji vê aciz bûn û dibin. Li gorî nûçeyên medyaya alîgirê dewleta Tirk, mûçeyên ji çeteyan re tê dayîn tenê têra hefteyekê dikin û lewma çeteyan xwestiye ku mûçeyên wan bi dolar bêne dayîn. Jixwe bi dehan caran di çapemeniyê de cih girt ku çete alikariya çek û mûçeyan digirin.
Di van rojên dawîn de jî mesrefên zêde yên budçeya MÎT’ê (saziya îstixbaratê ya dewleta Tirk) li guftûgoyê vebûye.
Li gorî raporên dîwana muhasebeya dewleta Tirk budçeya MÎT’ê ji 2017’an ve gelekî zêde bûye. Li gorî raporan mesrefê MÎT’ê sala 2017’an 1 milyar û 192 milyon lîreyê Tirkiyê bûye û îsal 600 milyon zêdetir bûye. Zêdebûna van xercan jî têkiliya xwe bi dagirkeriya li Sûrî re heye.
Budceya şer rewa dikin
Di budçeya 2020’an de dewleta Tirk plan dike ku ji bo eskerî 141 milyarî veqetîne. Dewleta Tirk çeteyan kedî dike û wan bera Kurdan dide. Ji lewra heye ku mesrefên wê ji vê hejmara diyarkirî gelekî derbas bike. Her wiha îhtîmal heye ku MÎT bi budçeya xwe ya nû endamanên nû jî bixe xizmeta xwe.
Ekonomîst Alp Altinors ji Ajansa Nûçeyan Mezopotamyayê (MA) re axivî û bal kişand ser budçeya 2020’an a xerckirinên endamên MÎT’ê û pirs kir: “Endamên MÎT’ê zêde bûne yan jî hin komên li Sûriyê rasterast ji aliyê MÎT’ê ve tên fînansekirin? Şerekî wisa heye aboriya Tirkiyê dadiqurtîne. Bi polîtîkayên şer budçeyeke leşkerî tê rewakirin. Em dibînin budçeya MITê ji 1,1 milyar lîreyî derketiye 2,3 milyar lîreyî. Dîsa budçeya eskerî pir zêde bûye.”
Bi destê MÎT´ê DAIŞ’ê tê fînansekirin
Dewleta Tirk ku wek fînansorê şerê Sûriyê tê dîtin, bi dehan caran têkiliyên wê bi çeteyan re ketin rojevê. Têkiliya MÎT-DAIŞ´ê û transferkirina pereyan a di navbera wan de di gelek raporan de cih girt.
Endamên DAIŞ’ê yên sax hatin girtin, di mikurhatinên xwe de têkiliyên DAIŞ û MÎT’ê, her wiha der barê çavkaniya pereyan de jî agahî didin.
Şahab Ahmed Abdullatîf yê di destê QSD’ê de, mikur tê ji 2017’an vir ve li Dêrazorê dewletan di navbera DAIŞ û welatên Ewropa û welatên Kendavê de veguhastina pereyan bi agahdariya MÎTê kiriye. Abdullatîf demekê jî bi MÎT’ê re xebitiye.
NAVENDA NÛÇEYAN