Émile Zola nivîskar û rojnamevanekî Fransî yê navdar ê sedsala 19´an e ku ku 2´yê Nîsana 1840´î li Parîsê hatiye dinê û 29´ê Îlona 1902´yan jî wefat kiriye. Ew weke pêşengê naturalîzmê tê qebûlkirin û ew romannivîsê Fransî ye ku herî zêde berhemên wî hatine weşandin, wergerandine zimanên din. Romanên wî bi rêya adaptasyonên sînema, şano û televîzyonê heta bi roja me jî aktuel mane.
Di warê edebî de ew serê pêşî bi Les Rougon-Macquart, freskên bi cûreya romanê nivîsandî ku ji bîst bergan pêk tê ku civaka Fransî ya Împeretoriya Duyem (1852-1870) nîşan dide û nexasim jî malbata Rougon-Macquart bi rêya nifşên cihê ku her yek ji wan nûneriya çaxekî dike û her nifş dibe mijara bergekê.
Salên dawî yên jiyana wî bi bûyera Dreyfus reng girtine. Wî Çileyê 1898´an di rojnameya bi navê L’Aurore de meqaleyek bi navê “J’accuse… ! (Ez tohmetbar dikim)” nivîsî. Ji ber vê gotara xwe doza reşkirina dewletê lê hat vekirin û ew sirgûnî Londonê bû.
Em niha bi kurtî berê xwe bidin aliyê wî yê wêjeyî.
Pêşengê naturalîzma wêjeyî
Émile Zola bi xwe li ser şêweyê xwe yê nivîsandinê wiha dinivîsî: “Qehremanê me êdî ne hizra xwerû ya mirovê mucerred ê sedsala 18´an nîne. Ew kirdeyê fîzyolojîk ê ilmê me yê niha ye. Heyîneke ji organan e ku di nav wê hawîrdorê dakirî ye ku ew her kêlî dikeve navê.”
Di sedsala 18´an de teoriya naturalîzmê di huner de xwe hêdî hêdî bi gewde dikir weke, redkirina sedemên di ser xwezayê re. Hingê di zanistê de ev peyv weke terîfa xisletên xwezayî yên fenomenekê tê bikaranîn. Lê ev peyv heta sala 1857´an bi carekê ji meydanê radibe û hingê bi rexneyeke li ser “şêwekariya xwezayê ya realîst” vedigere.
Zola yê ku xwe weke modernîstekî şoreşger dibîne, romantîzma demodebûyî red dike. Sala 1866´an ew bi tezekê romana naturalîst û destanan li ber hev digire. Wî îdîa kir ku cûreya destanên epîk ji Yewnana kevin tê û ev jî têkiliyê ferz dike di navbera cûreyekî edebî û peywendeke diyar a heyî de: “Berhemeke hunerî quncikeke afirandinê ye bi rê û saya serê tempramentekê.”
Piştî 1878´an û nexasim piştî xwendina Claude Bernard, Zola fikra metoda ceribandinê dide pêş “da ku wêje jî serê xwe li ber beridîna giştî ya sedsalê bitewîne”. Ango li gorî wî naturalîzm ji lêgerîna sedeman di nava mîrateyê de pêk dihat. Ji ber wê jî romannivîsekî naturalîst “çavdêr û ezmûnker” e.
Li gorî Zola romannivîsekî naturalîst xwedî armanceke etîk e jî: “Em dadgerên lêpirsînê ne ji bo mirovan û arezûyên wan, ango em exlaqxwazên ezmûnker in.”
Ji vê ekola wêjeyê re Ekola Médan jî tê gotin, navê mala ku Zola û nivîskarên nêzî vê hizra naturalîst lê dihatin cem hev, li wan jî hat kirin.
Encama van civînên li vê malê wê paşê weke du berg derçûna.
Berhemên wî yên girîng
Les Rougon-Macquart çawa me berê jî got ji girîngtirîn berhemên wî ne. Ew li ser van 20 bergan dibêje, “Ez dixwazim rave bikim ka çawa malbatek, komek piçûk a mirovan di nava civakekê de dibin xwedî helwêst, xwe diberidînin da ku 10 ta 20 ferdan peyde bike ku bi awira pêşî wiha xuya ne ku naşibin hev; lê analîz ji navikê ve nîşan dide ku elaqeya yekî bi yê din re heye. Qaîdeyên warisiyê jî hene mîna qaîdeya giraniyê.” Germinal a ku yek ji bergên vê rêzeromanê ye û wehşê di hundirê mirov de îro jî di nava klasîkên dinyayê de gelekî tê xwendin.
Nouvelle Comédie humaine (Komediya nû ya insanî) jî ji wan berheman e ku cihêtiya Zola wê nîşan bidana. Wî dê bigota Balzac bêhtir bi şibandina heywanan komediya xwe nivîsî: “Herçî ya min e wê ji civakîbûnê bêhtir ilmî be. ... Ez naxwazim temama civaka heyî terîf bikim; ez dixwazim bi tenê malbatekî terîf bikim. Bi wî rengî ku nîşan bidim çawa lîstika binemalê bi destê hawîrdorê diguhere.”
Xeleka sê bajaran (Lourdes 1894, Roma 1896 û Parîs 1898) û Xeleka çar evangelîkan (1899-1903) jî berhemên wî yên din ên girîng in.
FRANKFURT
Bûyera Dreyfus (1894-1899)
Émile Zola di bûyera Dreyfus de dest werdide sala 1897´an. Kampanyaya nefreta li dijî Cihûyan kir ku Émile Zola li aliyê Cihuyan cihê xwe bigire. Gotara wî ya yekem li ser mijarê di Figaro de derçû. Piştre 1´ê Kanûna 1897´an di Le syndicat de, 5´ê Kanûnê jî di Procès-verbal de nivîsî. Wî gotarên xwe bi hevoka ku paşê wê navdar bibûya bi dawî kirin: “Rastî dimeşe û ti tişt wê pêşiyê lê negire.” Hasil mijar bi bûyera Alfred Dreyfus re dide der ku fermandar Walsin Esterhazy yê ku ji ber xiyanetê 10´ê Çileyê 1898´an ceza lê tê birrîn, piştî bi rojekê, jî wî beraet kir. Lê Alfred Dreyfusê bêguneh hat cezakirin. Reaksiyona Émile Zola di rojnameya L´aurore de dijwar e: J’accuse… ! ango ez gunehbar dikim.
Émile Zola ji gelek hefteyan ve li ser mijarê gotarek amadekiribû, Le Figaro red kiribû gotarê biweşîne, ji ber wê jî gotar dabû L’Auroreê û wê jî 13´ê Çileyê 1898´an weşandibû. Zola di gotarê de bi israr bû ku doz ji ber destê dadgeha eskerî bê girtin û li dadgeheke sivîl bi rê ve biçe. Bersiva hikûmetê dereng nema û bi reşkirina hikûmetê Zola hat gunehbarkirin. Doza Zola rastî gelek binpêkirinên mafê parastinê hat û didawiyê de salek cezayê girtîgehê û 3 hezar frank cezayê pereyan li Émile Zola hat birrîn ku tevî mesrefa dozê kir 7555,25 frank.
Lê doz betal nebû. 18´ê Tîrmeha heman salê dozê ji nû ve dest pê kir. Li ser şîretan, beriya eşkerebûna encama dozê çû Ingilîstanê û li Londonê bi cih bû. Doz 3´yê Hezîrana 1899´an bi encam bû ku nivîskar tê de beraet kir. Dîtira rojê jî Zola vegeriya Parîsê.
Biryara 1894´an a li dijî Dreyfus jî di dawiyê de betal bû û çû ber dadgeheke nû ya şer a li Rennesê. Di dawiyê de hikûmetê ji ber şert û mercên xirab ên siheta Dreyfusî biryar da ku wî efû bike. Wî israra xwe dewam kir di doza Dreyfusî de û wî bi xwe wê ji bo angajmana xwe wê binivîsanda: Nameya min a vekirî a bi sernavê ‘Ez gunehbar dikim’, weke hewarekê da der. Min her tişta wê hesab kiribû, min dizanî ez çiyê xwe dixim tehlûkeyê.”
Hasil dema ku 29´ê Îlona 1902´yan Émile Zola û hevsera wî Alexandrine ji ber dûxana tifika di hundirê odeya xwe de bi jehrî ketin û Zola di encamê de mir, ji ber ku gelek dijminên wî hebûn, gelek kesan ji vê qezayê re jî got, belkî plankirî be.