Halîs, da zanîn ku gelek kes wekî kurê wi Yucel îro jiyana xwe ji dest didin û dayîk digirîn û wiha pê de çû: „Heke Serokwezîr Tayyîp Erdogan bixwaze dikare mirina van zarokan asteng bike Rojekê Erdogan dê di lehiya rondikên dayîk û bavan de winda bibe. Ew roj teqez dê bê.“ Halîs, anî ziman ku gelê kurd li ser vê erdnîgariyê aştiyê û azadiyê dixwaze lê hikûmet û dewlet ji vê yekê re rê nade. Halîs, da zanîn ku sedema Erdogan vê yekê naxwaze bêtir mirin û kuştina hemû kurdan e.
Dayika HPG’î Yucel Halîs Elmas Halîs jî, diyar kir ku lawê wê ji bo gelê xwe tekoşîn da û di vê rê de jiyana xwe dest da. Elmas Halîs hestên xwe wiha anî ziman: „Dilê min di şewite. Lê ez bi lawê xwe serbilind im. Ji bo ku lawekî min Yucel heyî ez ser bilind im. 23 salin min lawê xwe nedît. Ez ji wî gelek hez dikim û gelek beriya wî dikim. Her tim zarokek baş bû. Min qed nedît ku wî dilê tu kesî hişt. Ji bo gelê xwe, xwe feda kir, êşa wî ji min re ma. Ez êşa xwe bi mirovên lawê min hilbijartî parve dikim. Ew qehremanek bû.“
Birayê Yucel Halîs Şeref Halîs jî, da zanîn ku birayê wî Yucel mirovek hêz, biryardar, egît û fermandarek rêber bû. Yucel, da zanîn ku kesên ku wî nas dikin dizanin ew mirovek çawa bû û xwest serê gelê kurd ên waletparêz sax be. n DÎHA/ENQERE