Rojnamevan Marc Jourdier ji ajansa nûçeyan a Fransî AFP´ê re serpêhatiya gîtarçêkerê Kînşasayê kiriye ku wî weke “bavê newayeke tekane” bi nav dike. Em ê jî behsa vê serpêhatiyê bikin. Sala 2010´an komek muzîkvanên kolanan ên Kînşasayê ku pirraniya wan di encama felca zaroktiyê seqet, li Ewrûpayê rê li ber sansasyonekê vekirin.

Wan navê Staff Benda Bilili li xwe kiribû û guhdar bi awaz û melodiyê rûmbaya kongolî, tevî rîtmên zindî, melodiyên xurt û gotinên solo bi sêhreke mûzîkî ve girêdabûn. Di nava vê efsûna mûzîkî de tiştekî din hebû; dengê wê gîtara taybet, a xwedî newayeke tekane… Ha ew gîtar bi ked û hotekariya Jean-Luther Misoko Nzalayala yê Kongolî hatibûn çêkirin û wî navê markeyê jî li wan kiribû: Socklo.

Pisporekî muzîka Efrîkî Andy Morgan ji bo wê konsera Staff Benda Bilili di bloga xwe de dibêje, “Ew xwedan hêz bû, berîqende, bêqisûr û hingê bi ser de xam bû mîna pîvazeke nepijandî, gizîniya wê besîtbûna gelek gîtarîstêîn rockê bîla sedem bi salan lê digeriya salên 1960´î û peyde nedikir.”

Jean-Luther Misoko Nzalayala yan jî Socklo dema ciwan bû dixwest bibe lîstikvanekî futbolê. Lê ji ber ku bawî bû ango bi nexweşiya romatîzmayê ket, berê xwe da mûzîkê: “Vê ez ber bi muzîkê ve daf dam.”

Fikra çêkirina gîtarekê hîna dema Socklo dibistana navîn dixwend pê re çêbû, wî ji xwe dipirsî ka ew dikare wê amûra ku lê dixe çê jî bike. Bi ken dibîje, “Gîtara min a pêşî bi kêra pîvazekê jî nedihat. Dema ku mirov tayên wê li ser bi cih dikirin û hewl dida wan eyar bike, destikê wê ditewiya, ne mumkin bû ku mirov bi wê gîtarê muzîkê bike.”


Serpêhatiya Ir Socklo

Socklo yê ciwan demekê li Înstîtuta Bilind a Teknîkên Pêkhatî (ISTA) ya Kinşasayê xwend, karê “elektronîk”ê fêr bû. Wî gîtarên xwe êdî bi navê “Ir Socklo” mohr kirin ku Ir weke kurteyeke peyva fransî “Ingenieur (muhendîs/endezyar)” bi kar anî û bi vê jî sala 1978´an bû çêkerê amûrên bi têl ên muzîkê.

Di van deh salên bihurî de wê bi hezaran amûr çêkirin li dikana xwe ya li taxa keviya Kînşasayê ya bi navê Lemba. 

Socklo li ser dezgeheke wî bi destê xwe çêkirî bi halêt û amûrên herî besît ên destan dixebite: birek, rastker, çend kêrên verotinê, çakûç û sindan.

Li ser dîwêr portreyên lîderên Kongolî hene: Mobutu Sese Seko (1965-1997), Laurent Kabila (1997-2001) û kurê wî Joseph Kabila (ji sala 2001´ê ve desthilat e). Li cem wan posetrekî pîrnabe yê Michael Jackson heye.


Bikaranîna pragmatîk a amûrên elektronîk

Sockloyê 57 salî rave dike ku ew bi xwe bi xwe fêr bûye ka gîtar çawa tên çêkirin. Îro bi xwe ew hostekareke ku heta ji destê wî tê baş şagirtan fêr dike.

Di nava salan de ji Socklo hat ku ji bilî haletên besît hin tiştên elektronîk jî li dikan û dezgeha xwe zêde bike: bireka têlî û çend amûrên din ên eletronîk. Bi her halî çawa ew dibîje, bi kar anîna wan zehmet e ji ber ku li Kînşasa elektrîk bi dilê xwe tê û diçe, û bawerî bê nabe; ew di warê bi karanîna wan de pragmatîk e.

 

Dengekî taybet

Muzîkvan û gîtarjenên ku li gîtarên Socklo dixin hemfik in: dengekî wan ê taybet heye, ew tîpîk Kongolî ne.

Ji bo kodikê ew texte û depên li Kongo tên hilberîn bi kar tîne ji bo destikê gîtarê jî dara wenge (dareke koka wê qehweyî ya li navenda Efrîkayê).

Ji bo gîtareke besît a akustîk Socklo tlên zirav ên metal bi kar tîne ku bi sebir wan bi stûrî û ziravî eyar dike. Têlên gîtarên bas bi xwe bi mekîneyeke hûnandina têlên metal (pirranî sifr) tên çêkirin. Ev mekîne jî wî bi xwe çêkiriye.

Her çî gîtarên elektronîk in, pîkapên wan hazir dikire û ew yên Ewrûpî tercîh dike. Bi her halî Socklo wisa texmîn dike ku wî heta îro 10 hezar gîtar çêkirine û firotine.


Ne buha lê erzan in

Tiştekî misoger heye, gîtarên Socklo ku ji bo gîtarên akustîk û basê di navbera 35 ta 50 dolarî de, ji bo gîtareke elektrîk yan jî elektro akustîk jî di navbera 150 ta 200 dolarî de ne, di nava xizaniya zehmet a Kongoyê de jî ji muzîkvanan û heta ji gelekan ji wan 10 milyon şêniyên Kînşasa tê wan bikirin.

Bê hejmar muzîkvanên Kongolî yên weke Jupiter Bokondji û Pepe Felly Manuaku gîtarên Socklo bi kar anîn hinan jî yên reqîbê wî yê li aliyê din ê bajêr Almaz bi kar anîn. Li Ewrûpayê gîtarîstê Jazzê yê Belçîkî Philip Catherine navê wê belav kir. Lê deftera wê ya serdanê nîşan dide ku bi dehan muzîkvan ji Brîtanya, Fransa û Emerîkayê bûne mêvan û mişteriyên wî. Êdî dema wî zêde nîne li gîtarê bixe, ji bo vê dibîje, “Min berê li gîtarê dida û min dikir xelk bireqise. Lê belê îro yên ku xelkê direqisînin gîtarên min in.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN