Li parêzgeha Diyale, bavekî 4 kurên xwe di xew de gulebaran kirin û sê ji wan kuştin û yek jî birîndar kir.

Li gundê Selam a ser bi bajarokê Xan Benî Seed a parêzgeha Diyale, di saet 01.30’ê pêr bi şev, bavekî 3 kurên xwe kuştin û yek jî birîdar kir. Serokê Lijneya Ewlehiya Parêzgeha Diyale Seîd Sadiq Hisênî têkildarî bûyerê got: “Bavekî 3 zarokên xwe di xew de bi çeka keleşkofê kuştin û yek jî birîndar kir. Piştî bûyerê xwe radestî polîsên Xan Benî Seed kir. Bûyer mezin e û ji bo lêkolînê me, lijneyek ava kiriye. Lê heta niha li ser sedema bûyerê ti agahî nehatine belavkirin.”

Navê bav Farûq Elezawî ye û karmendê polîsên federalî ye. Navê kurên wî jî Mihemed, Hisên û Elî ye. Temenê wan di navbera 14 û 20 salî de ye. Yê birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Giştî ya Diyaleyê.

 

HEWLÊR