Fûar îsal bi dirûşma ‘Dîrok Pêşeroja di paşerojê de’ li dar dikeve. Ligel weşanxaneyên Kurdan Weşanên Aramê jî bi standa xwe ya ku bi pirtûkên xwe yên cihêreng bala pirtûkhezan dikişîne. Weşanên Aramê bi 12 pirtûkên xwe yên nû bi tevahî zêdetirî 100 pirtûkên xwe li Salona 2’yan li 105 C’ê ye.

Yek ji pirtûkên Aramê yên ku nû derxistiye ya nivîskarê Kurd ê Azerbaycanê Ahmedê Hepo ye. Ehmedê Hepo di heman demê de endamê Yekitiya Nivîskar û Rojnamevanên Azerbaycanê jî vê pirtûka xwe cara yekem di sala 1990’î de bi alfabeya kirîlî çap kiriye. Di pirtûka Hepo de em li reseniya kurmanciya Kurdên Qafqasyayê, jiyana wan a civakê jî divarqilin. Hepo têkildarî çapa nû ya pirtûka xwe ku ji kirîlî veguhestiye latînî di pêşgotina pirtûka xwe de wiha dibêje: “Sê pirtûkên min di salên Yekitiya Sovyetê de, bi alfabeya kirîlî hatin nivîsandin û weşandin. Min biryar da, ji wan, qet nebe, pirtûka bi navê ‘Bawerî’yê biguhêrim tîpên latînî, bila ew heta - hetayê di nava tariyê de nemîne.”
Hepo dîsa di heman pêşgotinê de mebesta xwe ya nivîsandina vê romanê jî wiha rave dike: “Di pirtûkê de ji ber ku di wê afirandinê de pirseke reşxemilandî ya dîroka gelê me ya qebîletiyê, eşîrtiyê, fen - fêlên neyar û dijminan baweriya roja dahatiye geş hatiye neqişandin.”
 
Zimanê pirtûkê 

Hepo diyar dike ku wî di pirtûka xwe de hin peyvên herêmkî yên ku ji ber nebûna têkiliyên di nav Kurdan de bi cih kiriye. Hepo têkildarî zimanê ku bi kar aniye jî wiha dibêje: “Divê vê jî bêjim ev roman çiqasî jî bi ruhê welatparêziyê hatibe nivîsandin jî dîsa bêhna Yekitiya Sovyeta berê jê tê. Hem jî hinek gilî û gotin - peyv ji wê damezirandina Sovyetê pêş ve hatine kirin. Ziman - nivîsara wan salan jî ne ewqas dewlemend bû. Ez çend peyvan mînak bidim: Di dewsa peyva gel de cimaet, di dewsa yekitiyê de tifaq, di dewsa nûh de teze û hwd. Sedem jî pir bûn. Ya sereke ew bû, wekî Sovyetê derdor li me girtibûn. Pêwendiyên me bi Kurdên dinyayê re tune bûn.”
Hepo dixwaze ku ev yek lazim e were şikandin û daxwaza xwe ya ji bo vê jî wiha vedibêje: “Wekî hemû destanîn û kêmasiyan tevayî helbestvan, nivîskar, wêjemend û zanyar Kurdên Yekitiya Sovyeta berê ji tunebûnê rex qesran wêje edebiyata me ye klasîk bi awayekî şênî bi şêwaza gelê Kurd ava kirin. Bila neyê jibîrkirin, wekî ku 70 salan çarenûsa pareke gelê me di nava wê dolîwgerî - rêjîmê da hatiye derbaskirinê, ew jî rûpelekî dîroka me ye.”
Hepo li Azerbaycanê redaktor, redaktorê sereke, wekî serwerê wê beşê, qederê 30 salî kar kiriye. Li wir bi tevayî afirandêriya wêjeyî û zaniyarî domandiye. Li ser mijara “Motîvên mêrxasiyê di destanên gelê Kurd” de lêkolînan dike.
Di nav damezrînerê Navenda Çanda Ronahiyê de cih girtiye. Seradaktoriya yekemîn rojnameya Kurdî ya li Komara Azerbaycanê Dengê Kurd kiriye. Cara yekemîn ya navenda çanda Kurd “Ronahî”yê, yê Komara Azerbaycanê, serredaktorê yekemîn ê rojnameya “Dengê Kurd” bûye.
Berhemên  nivîskarê Kurd Ahmedê Hepo yên ku hatine çapkirin ev in: Romana bi navê ‘Bawerî’ (1990), romana bi navê ‘Birîn’ (1996) ji aliyê Weşanxaneya Azerneşrê ve bi tîraja tomerî hatiye weşandinê. Weşanxaneya Genclîkê, pirtûkên wî yên bi navên ‘Karîbarên Gelê Kurd’ di sala 2000’î de, ‘Hêsirên Xûnê’ di sala 2002’yan de bi tîrajeke mezin çap kiriye. Pirtûka helbestvanê gelê Azerbaycanê Suhrab Tahîr a bi navê ‘Du evîn, du gule’ wergerandiye zimanê Kurdî. Bi serencama Prêzîdêntê Komara Azerbaycanê, bi nîşana Tereggiyê ve hatiye xelatkirinê.
 

REMEZAN OLÇEN /AMED