SAMER, li ser bendewariyên gelê Amedê yên çareseriya pirsgirêka Kurd a li hemberî sazî û kesan anketa meha tebaxê amade kir. SAMER'ê di navbera 10-11'ê Tebaxa 2012'an de 302 kesan rû bir û lêkolîn kir. SAMER'ê li ser kesên cuda anket çêkir û nerînên wan ên der barê çareseriyê de girt. SAMER'ê anketa xwe ji sedî 37 (%37) li Rezan, ji sedî 15 (%15) li Sûrê, ji sedî 26 (%26) li Yenişehîrê û ji sedî 22 (%22) jî li navenda bajar amade kir. Kesên beşdarî anketê bûn ji sedî 55' jin û ji sedî 45'ê wan jî mêr bûn. SAMERê bi piranî li ser ciwanan anket çêkeir.
Li gorî anketê ji rojeva herî girîng a sedî 43'an mijara Sûriyeyê û pevçûnên li Şemzînanê ye. Li gorî ji sedî 90'ê gelê Amedê di nava 2 mehên dawî de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav nehatiye avêtin. Gelê Amedê ji sedî 48 statuya Kurd, ji sedî 18 xweseriya demokratîk ji sedî 2 federasyonê dixwaze.

Herî zêde ji BDP'ê bawer dikin
Li gorî anketa SAMER'ê ji sedî 48 (%48) gel ji şaredariêyên BDP'ê bawer dikin. Ji sedî 90 (%90) ji MHP'ê û ji sedî 81 (%81) ji MÎT'ê bawer nakin. Ji sedî 68 ji AKP'ê bawer nakin. Ji sedî 71 ji artêşê bawer nakin. Ji sedî 47-48 jî ji BDP'ê û şaredariyên BDP'ê bawer dike.
Gelê Amedê ji sedî 21 têkoşîna gelê muxalif erênî dibîne û piştgiriye dide. Gelê Amadê ji sedî 46 bawer dike ku geşedanên Sûriyeyê ji bo Kurdan erênî be. Ji sedî 63 gelê Amedê dixwazin Kurdên Surî xweseriya xwe îlan bikin. 

AMED