Zanîsta dîrokê nîşan dide ku Rojhilata Navîn dergûşa nirxên mirovahiyê ye. Nirxên ku însan kiriye însan ên mîna civakbûn, piştgirî, parvekirin, wekhevî, edalet, rastî, xweşî, rindî, wijdan û azadî gişt li vê cografyayê rû dane. Ji xwe li seranserê cîhanê di destpêkê de civakbûn û însanbûn bi van nirxan pêk hatiye, lê bi pêşketina hişê desthilatdariyê ve însan bûne gurên hevdu û ji wan çaxan heta îro dikevin qirika hevdu.

Desthilatdaran bona meşrûkirina feraseta xwe ya kûjer û pratîkên xwe yên dijînsanî nirxên mirovî bikaranîne û îro jî hovîtiya xwe bi van nirxan vedişêrin. Bi taybetî jî bi navê ol û dînê xelkên cîhanê dikin dijminê hevdû. Xwezahî û taybetmendiyên xelkan li dijî hevdû dixebîtînin, dikin wek sedemê şer û pevçûnên hovane…
Bawerî yanî dîn bi xwe nirxeke civakî ye û li ser bingeha danûstandinên mirov, civak û xwezayê pêk hatiye. Bawerî bi xwe kulturên civakî ne û di nava nasnameyên bawerî de hiyerarşî nabe. Bona vê yekê jî her ol û bawerî însanî û gerdûnî ye û mimkûn nîne ku ji ber cewherê wan dijminatiyek di navbera civak û xelkan de pêk were. Li seranserê cîhanê herçiqas bi sedan navan werin binavkirin jî di cewherê her baweriyan de nirxên hevpar ên mîna piştgirî, heq, wijdan, edalet, wekhevî, rindî, başî, rastî û hwd. hene…
Ê ku xelkan bi hevdu re dide şerkirin û dibe sedemê qirkirin, koçberkirin, birçîtî û bêwarmayînê, dîn an jî cewherên dînên xelkan nîn in.
Pirsgirêk bi destavêtina desthilatdaran a bi van nirxan û bi desthilatdariyê  ve dest pê dike. Hiş û feraseta desthilatdariyê wekî hemû nirxên din ên însanî û civakî nirxên baweriyê jî ji cewherê xwe yê mirovî vala kiriye, û wekî ku îro tê jiyîn, kiriye wek amûreke meşrûkirina hovîtî û şerên desthilatdaran.
Îro li seranserê Afrîka û Asyayê, bi taybetî li Rojhilata Navîn, bi milyonan însan ji ber şer û pevçûnên qaşo bi navê ola îslamê tê meşandin, tên kuştin û bi milyonan jî ji war û welatên xwe têne koçberkirin. Bi milyonan însan jî ji ber şerên ‘dînî’birçî tên hiştin û ev rewş hên jî berdewam e…
Ê ku îro li Rovayê Kurdistanê û li tevahiya Sûriyeyê bi navê cîhada îslamê seriyê mirovan jê dikin, li Sûdan û Nîjerya ya Afrîkayê bi dasan însanan parçe dikin û keçikên salbiçûk direvînin û difiroşin, li Îran û Erebîstana Siûdî jinan tevlî jiyana civakî nakin û bi keviran didin kuştin her çiqas xwe wek nûnerên baweriya îslamê bidin nasandin jî, gişt îslamê bona desthilatdariya xwe bikartînin û tu elaqeya kirinên wan bi cewherê tu dînan tune ye. Ev hovîtiya îro bi navê îslamê tê kirin, çend sed sal berê li Ewropayê bi navê xirîstiyaniyê hatiye kirin. Ji ber vê yekê jî mesele ne îslam, xirîstiyanî an jî dîneke din e; mesele zihniyeta desthilatiyê û desthilatdar bi xwe ne…
Eger mirov di vê çarçoveyê de mêzeke; wê çaxê, wê girîngiya ‘Kongreya Îslama Demokratîk’ a ku dawiya hefteya çûyî (10-11.05.14) li Amedê civiya, hên baştir fam bike. Wek gaveke destpêke; di kongreyê de rêberên ola îslamê û zanyaran bal kişandin ser cewhera îslamê ya civakî ya aştiyane û feraseta wê ya ku tevahiya mirov û civakan wekhev dibîne.
Helbet ne tenê îslam: bawerî gişt divê ji feraseta desthilatdariyê, ji feraseta zahîrî û şiklî ya ku pê di nava civakan de dijminatî û hiyerarşî tê çê kirin, werin rizgarkirin û dîsa di qadê civakî de bi nirxên xwe yên însanî, civakî û xwezayî werin watedarkirin.
Wê çaxê wê were dîtin; ku him etnîkî him jî dîni, nirxên nasnameyî yên tevahiya civakan bi cewherê xwe ve aştiyane ne û gişt ji bo însaniyetê aştiyê, wekheviyê, piştgiriyê, rastiyê, heq û edaletê, rindiyê û azadiyê dihundirînin. Bi kurtasî; her nasname, her dîn û bawerî parçeyekî nirx û rengîniya tevahiya mirovahiyê ye…