Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku kar û barên perwerdeya zimanê Kurdî li Rojvayê Kurdistanê birêve dibe li bajarê Serêkaniyê 210 û li bajarê Til Temirê jî 68 bawername li şagirtên asta yekemîn û duyemîn belav kirin. Li bajarê Serêkaniyê merasîma belavkirina bawernameyan bi beşdariya bi sedan xwendekar û xizmên wan li Navenda Waşo Kanî a Çand û Huner hate lidar xistin. Piştî avaftinê koma Waşo Kanî şano û stran pêşkêş kirin. Merasîm bi belavkirina bawernameyan bidawî bû. Li bajarê Til Temirê jî SZK`ê navenda xwe ya bi navê navenda “Şehîd Şînda Ronahî bi merasîmekê vekir, merasîm bi beşdariya bi dehan welatiyên bajêr bi deqeyek rêzgirtinê destpêkr.

Endama SZK`ê Nûjîn Bilind di merasîmê de derbarê girîngiya ziman di hebûna civakan de axivî, Bilin her wiha derbarê kar û xebatên SZK`ê de beşdar agahdar kirin.
Di çarçova xebatên zimanê Kurdî de, SZK`ê li bajarê Til Temirê navên şênkahî û zebzeyan bi zimanên Kurdî, Asûrî û Erebî nivîsîn û li dikanên şênkahî belav kirin.

SERÊKANIYÊ/TIL TEMIR