STÊRA NEBÎ / ANHA/KOBANÊ
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê, ji bo dê û bavên dixebitin baxçeyê zarokan ê bi navê Şehîd Rêmas sala 2016`an vekir. Dê û bavên xebatkar bi dilrehetî zarokên xwe dişînîn wir û diçin karên xwe.
Dema baxçe hate vekirin, tenê 25 zarok tê de hebûn, lê niha hejmara zarokên di baxçe de gihiştiye 80`yî. Ev yek jî diyar dike ku jin her ku diçe bêhtir bi rola xwe di nava civakê de radibin û bi xwe debara xwe dikin.
Li baxçe, 16 jin bi zarokan re mijûl dibin. Baxçe saet 07:00’an vedibe, heta saet 16:00`an vekirî ye. Zarokên temenê wan ji 6 mehî heta 4 salî di baxçe de têne qebûlkirin.