Bexçeyê Emel ê Zarokan ê Tebqayê bûye cihê starê ji zarokên dê û bavê wan dixebin. Li vir zarok hem perwerdê dibînin hem jî wextekî bi xweşî diborînin.
Baxçeyê Emel ê Zarokan ê girêdayî Meclisa Jinan a Tebqayê di meha borî de hate vekirin. Baxçe li Taxa Yekem (Parka Kornîş) a bajarê Tebqayê ye. Armanca meclisê ji vekirina baxçeyê zarokan ew e ku zarokan li ser du qonaxan fêr bike.
Di qonaxa yekemîm de dê zarokên temenê wan di navbera 3-4 saliyê de xwedî bikin û ya duyemîn jî zarokên ji 5-6 salî fêr bikin.
Dixwazin yekî din jî vekin
Di qonaxa duyemîn de zarok fêrî tîp û hejmaran dibin da ku derbasî pola yekemîn bibin. Yek ji rêveberên Baxçeyê Emel Asiya Reşo anî zimên ku şênî navên zarokên xwe di baxçe de qeyd dikin.
Asiya destnîşan kir ku di baxçe de 8 mamosteyên xwedî tecrube û nêzî 57 zarok hene û got: “Em bi muameleyeke baş li zarokan dimeyzênin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Jinan a Tebqayê hewl dide baxçeyekî din ji zarokan re veke ji ber ku hejmara zarokên ku dayikên wan di nava kar û xebatê de ne, zêde ye. n TEBQA