
Pêşangeha wênegir Tahîr Bozkûrt a bi navê “Sonata Payîzê” ku mijara wê Baxçeyên Hewselê yên Amedê ne, xwe gihand hunerhezan. Bozkûrt got: “Ji bo ku ew rengên ji Baxçeyên Hewselê şewqa xwe didin Dîcleyê baş bên dîtin, divê her kes parêzvaniya aştiyê bike.”
Nûçegîhanê Jiyan TV ya ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, Tahîr Bozkûrt, pêşangeha xwe ya wêneyan a bi navê “Sonata Payîzê” ku mijara wê Baxçeyên Hewselê yên Amedê ne, li Komeleya Çandê ya Dîvrîgiyê ya li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê gihand hunerhezan.
4 demsalên Amedê
Pêşangeh wê heta 10’ê Kanûnê vekirîbe, û tê de wêneyên Baxçeyên Hevsela Amedê ên 4 demsalan cih digirin. Bozkûrt diyar dike ku ji bo ew balê dikişîne ser “mîrateya çandî” ya Baxçeyên Hewselê, wî pêşangeh vekiriye. Bozkûrt got, sonat termeke muzîkê ye û diyar dike ku ji ber demsal jî di nav xwe de beş bi beş di nav cumbuşa rengan de diguherin, wî navê “Sonata Payîzê” li pêşangehê kiriye.
Divê herkes bibîne û biparêze
Bozkûrt bi bîr xist ku Baxçeyên Hewselê di lîsteya mîrasa cîhanê ya UNESCO’yê de ne û anî ziman ku di dîroka cîhanê de piştevaniya baxçeyan a ji bo mirovahiyê zêde ye. Bozkûrt anî ziman ku, divê her kes Baxçeyên Hewselê bibîne û wiha peyivî: “Şewqdayîna ji Hewselê ya ber bi Dîcleyê û bi nêrîneke hawirdorparêz, li wan herêman xetera Santralên Hîdroelektrîkê (HES) heye. Ji ber vê divê mirovahî biçe bibîne, heke sibê rabûn xwestin wan tine bikin, da li dijî vê rawestin.”
Bi makîneyeke amator gund bi gund geriya
Her wiha Bozkûrt anî ziman ku her kes dikare bi makîneyeke amator şewqdayîna xwezayê bigire. Bozkûrt got, li gel kêmaniya derfetan jî wî xweza belge kiriye û wiha axivî: “Min bi makîneyeke amator, li gundên çiyayî yên Dersimê mirovên 4 demsalan li wir dijîn belge kirin. Ne tenê yên aboriya wan baş, yên dahata wan kêmar jî dikarin vê bikin.” Bozkûrt herî dawî wiha axivî:”Ji bo ew rengên ji Baxçeyên Hewselê şewq didin Dîcleyê baş bên dîtin, divê her kes parêzvaniya aşitiyê bike.”
STENBOL