Kovara Gulistan a di 1’ê Nîsana 1968’an de ji hêla Cegerxwîn ve hatiye derxistin yek ji kovarên teorîk û wêjeyî yên serdema xwe ye û Cegerxwîn wê wek bax û gulîzar pênase dike.
Piştî her du kovarên Celadet Bedirxan, Hawar (1932-1943) û Ronahiyê (1942) gelek kovar hatin weşandin. Wekî gelek rewşenbîrên Kurdistanê helbestvanê Kurd Seydayê Cegerxwîn jî bi navê Gulistan kovarekê derdixe. Kovara Gulistan kovareke teorîk û civakî ye. Kovar di 1’ê Nîsana 1968’an de ji hêla Cegerxwîn ve tê derxistin û ev xebata Cegerxwîn heta sala 1979’an dewam dike û bi giştî 16 hejmar ji hêla Cegerxwîn ve tên derxistin. Piştî ku di 79’an de Cegerxwîn diçe Swêdê, barê weşangeriya kovarê ji aliyê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd a li Sûriyeyê ve tê hilgirtin.
Kovar heta sala 2011’an bi giştî 38 hejmar tên çapkirin. Hejmara 15’emîn a kovara Gulistanê sala 1978’an de hatiye çapkirin û bi giştî ji 14 rûpelan pêk tê. Kovar li gorî hejmarên xwe hin caran bi 12 û hin caran heta 24 rûpelan hatiye çapkirin. Di wan şertên zehmet ên wê demê de, dîsa jî xebateke girîng tê kirin û Cegerxwîn bi van gotinan banga xwedîderketina li kovarê dike: “Ev kovar kovara te ye, Ev bax û gulîzara te ye, Tê de darek xweş biçîne, Ev dar nivîsara te ye”.
Gazinên ji bo Kurdan
Kovara ku demeke dirêj ji hêla Cegerxwîn ve tê derxistin, di pêşgotina hejmara yekemîn de gazin û pêşniyazên Cegerxwîn ên der barê Kurdan de jî derdikevin pêş. Pêşgotina ku ji hêla Cegerxwîn ve hatiye nivîsandin tê de tê gotin ku “Miletê Kurd pirr li paş maye û wiha dibêje: “Di bin barê nezanî, perîşanî û bindestiyê de, piştxûz bûye, dijmin û kevneperistiyê, zextan li wan dikin, xwîna wan dimijin û wan ji armanc û daxwazên wan dûr dixin, berê wan didin rêyên şaş.”
Doza welêt bikin
Cegerxwîn di berdewama nirxandinên xwe de ji hêz, bawerî û dilsoziya gelê Kurd jî bi bawer e û aşkera dike ku gelê Kurd bixwaze bi rihetî dikare ji vî barê giran ê nezaniyê rizgar bibe û di vê der barê de jî van tiştan tîne ziman: “Nabe ku miletê kurd ji perîşanî, nexweşî, nezanî û bindestiyê rizgar nabe, xebat, hişyarî, zanîn û pisporî divê… Bêguman di van waran hemûyan de, zana û torevanên dilsoziya bi milet re divê. Bi vê armancê dikarin karên hêja û xizmetên mezin ji doza welêt bikin.”
AMED