Ev berheviyên folklorê yên derdora Mêrdîn, Qoser û Beriya Mêrdîn, Şemrex û Metînan, Dêrik û Çiyayê Mazî, Mêrdîn û Surguciyan û yên Nisêbînê ne. Bi dehan dûrikên bûkan yên ku tenê li derdora Şemrex û Dêrikê ji alî jinan ve tên gotin ji alî Çiya Mazî ve hatine şîrovekirin û hatiye gotin “ku ev ‘dûrik’ wekî derbirîna ramanê û rexneya jinan li civakê û aliyên bûk û zaveyê ne.”
Biwêjên resen
Di beşên din de jî, gelek biwêj hatine ravekirin, gellek gotinên pêşiyan, peyvên xweş û mecazî, nifir, tan û nirç (laqab) yên derdora Mêrdînê hatine rêzkirin. Pêkenokên derdora Mêrdîn yên herêma Surguciyan û Şemrexê di vê pirtûkê de cîh digirin. Di beşa Destanan de jî; destana Teyarê Qereçolî ku li nava Dimiliyên Şemrexê û Metîniyên Dêrikê navdar e, Elê Melê û Gulîzera Kurdan ku li Beriya Mêrdîn û Wêranşahirê navdar e, Zeynebê û Reşît Paşa ku li navbera Dêrsim û Meletê qewimiye wekî 3 destanên dirêj ji devê dengbêj Fadilê Kufragî hatine girtin.
Du beşênbalkê
Du beşên din ku balkêş in henin, Ferhenga Absurd û Ferhengokên Pîşekariyê. Di Ferhenga Absurd de peyvên Kurdî-kurmancî ku bi piranî di ferhengan de cîh nagirin hatine ravekirin. Wekî: Bolvir, Tiredîn, Tiroviro, şirpînî, şîrşîr, pistpist, çîk, çîko, ogê, togê, malneket, kerratî, incolê, gêjomêjo. Peyvên ku hevdûdanî ne û qertaf girtine û bûne peyvine din, gelekên wan di vê ferhengokê de cîh digirin.
Ferhengoka pîşekariyê
Di ferhengoka pîşekariyê de; peyvên di pîşeyên xanî-avahî, şivanî gavanî, paleyî cotkarî, rez û mahsereyan de tê bikaranîn wekî; sîtil, kox, kungî, matûrke, bernig, bixur, revoke, kerî, qefle, gidîş, şixre, mexel, mijane, mêlav, ber, berteng, kurîşk û bi sedan peyvên din yên li derdora Mêrdîn tên bikaranîn hatine ravekirin ji alî Çiya Mazî ve.
Wekî tê zanîn berhema Çiya Mazî bi navê ‘Ferhenga Gotinên Pêşiyan’ ku ji 500 rûpelî pêk dihat di sala 2005’an hatibû çapkirin. Û heman ferheng li Duhokê bi tîpên kurmanciya jêrîn jî hatibû çapkirin, herwiha berhem-ên wî yên wêjeyî jî henin.
AMED