Ev xebata birêz Çiya Mazî xebateke pirr bi nirx e. Min ta di salên heftêyî de dest bi civandina nirxên folklorîk kiribû, lê li pey ku hatim girtin, hevjîna min ji tirsan tev de şewitandibû. Dîsa jî berhemeke du bend di bin navê „Çavkaniyên Çanda gel“ de hate weşandin. Lema ez dijwariyê civandina folklora kurdî, ked, hişyarî û zanîna metodên civandinê baş dizanim. Lema dibêjim sipas û her bijî Çiya Mazî ku te bi gaveke wiha xurt û hêja dest avêt vê valahiyê. 

Lêkolîna Gorbihuşt Cigerxwîn, Celîlê Celîl, civandinên Zeynelabidîn Zinar, berhema min û ev xebat nîşan didn ku zimanê kurdî çendî dewlemend e, gelê me çi kedeke bi nirx afirandiye. Dema mirov berhemên gel dixwîne dibîne ku çiqas gotinên sade û xas kurdî hene. Lê mixabin gelek niviskarên me bê ku berhemên folklorîk bixwînin, dinivîsînin, di dema nivîsandinê de dikevin tengasiyan û bi tena serê xwe bê haya wan ji zanista afirandina peyvan hebin, peyvên nû çêdikin. Dema mirov folklora kurdî bixwîne dibîne ku gel ji bo her tiştî, her rewşê, her berhemê peyv û têgîn afirandine. Mînak Dema Şakiro dibêje: „bi destê nazik girt baweşînê... hûr hûr meşiya, çû şaneşînê“ Êdî hewce nake ku em bipirsin, ka „balkon û fön“ bi kurdi çi ne. Dîsa di stranê gel de dibêje: „Ez mam perîşan li der û dertûlê xelkê“ Lê niha dinêrim gelek kes ji bi „atik“ a tirkî nabêje „dertûl“ peyveke çêkirî û plastîk „avtok“ maftokan bikartînin.

Di ronahiya vê şiroveyê de, min êvarekê di yek bêhnekê de ev berhema Çiya Mazî „Baxek ji folklora kurdî“ xwend. Di her warê jiyanê de bi sedan peyvên gel bikaraniye, bi wê xweşiya zarê gel raberê me dike. Bêguman divê komisyon jî hebin peyv, biwêj û têgînên di folklora gel de tên bikaranîn  binijinin, ka çendî xas kurdî ne û çendî ji zimanê biyanî ne. Lewre çawa Çiya Mazî jî nivîsiye, li Kurdistanê gelek gel li gel hev û di nava hev de dijîn.

Rêzdar Çiya Mazî ev berhem li ser şeş beşan nijinandiye û beşên lêkolînê wek pirtûk bi navkiriye. Ev awa di nava berhemên ewropî de jî heye, nijinandineke baş e jî. Pirtûka yekem li ser Dûrik û şiroveyên wan daye rûniştin, durik wek „Manî“ jî tên zanîn. Mînakek ji durikan: „Ha li hewa ha li hewa / Zava çûye seyda kewa / Xweyê me bûk anî / Bûk piçûk e çav li xewa.“

Pirtûka duyem jî sê destanê heremî ne, ji devê Fadilê Kufragî hatiye girtin. Di destanan de gelek awayê peyv û biwêjan hatine bikaranîn, mînakek ji wan destanan „..Gavan go: Lawo, gelî karwan dilê min dibê yî, / bi xwedê min rûyê xwe îro kiriye çerm û xistiye pê yî /Heya niha rica min dudu bû, bi xwedê îjar bû sisê yî...“

Pirtûka Sisyan jî ji gotinê pêşiyan yên derdora Mêrdînê ne. Pirtûka çaran ferhenga pîşekariyê û absurd e. Ferhenga pîşekariyê gelek giring e, lewre hemû peyv û têgînên li herêmê ji bo rez, çotkarî û paleyî, xanî û avahî, tevn û cildirûnî, xêratî û hesinkarî, şivanî, gavanî, bêrîvani, xwarin vexwarin û metbax û amûrên şer tên bikaranîn bi şiroveyên hêsan radigîne me.

Pirtûka pêncemîn jî pêkenok û çîrokên gelêrî yên derdora Mêrdînê werdigire. Mînakek: „Kerê sofî,“ Mela dema ku ji mizgeftê derket nêhêrî ku kerek li ber derî ye. Hinek bi ecêbmaî û hinek jî bi henek dibêje: „Ma ev xêr e! Ev kera hanê li vir çi digere? Welleh min heta niha sofiyê ker dîtiye, lê min kerê sofî nedîtiye.“

Beşa şeşan jî gotarên li ser folklorê ne. Birêz Çiya mazî di vê beşê de jî gotarên xwe yên li ser folklorê ku di cûre cûre kovaran de hatine weşandin pêşkêşê xwendevanan dike. Ev gotar jî gelek balkêş û û agahiyên folklorîk dagirtîne.

Çiya Mazî sala 1960 î li gundê Kufraga girêdayîyê Şemraxa Mêrdînê tê dunê. Çiya Mazî ji sal 1993 an û vir ve bi kurdî dinivîsîne, nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewşen, Welat, Azadiya welat, Avaşîn, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û kevanê de hatine weşandin.. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtûta Kurdî a Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemraxê de xebitiye û malnişîn bûye, li navenda Mêrdînê dijî.  


Nasnameya Berhemê

Navê Berhemê: Baxek ji Folklora Kurdî (ji derdora Mêrdînê)

Berevkar: Çiya Mazî

Weşan: Weşanên Berbang Stenbol 2014

Bi giştî 381 rûpel e.