Baydemîr û Beşîkçî ji aliyê saziya Kongreya Neteweya Rojavayê Ermenîstanê ve ji bo Êrîvanê hatin vexwendin. Baydemîr û Beşîkçî destpêkê Radyoya Kurdî ya Erîvanê ziyaret kirin û piştre çûn serdana ofîsa Kurdan û Kurdistan Komîte. Li vir jî Baydemîr û Beşîkçî ji aliyê Seroka Kurdistan Komîte Jinya Qadir û Serokê Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd ve hatin pêşwazîkirin.
Jinya Qadir destpêkê kêfxweşiya xwe ya ji ber hatina Baydemîr û Beşîkçî anî ziman û got, "Ji ber ku em wek Kurdên li Kafkasyayê, her tim hesreta welêt dikşînin, hatina mêvanan em gelekî kêfxweş kir." Serokê Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemît jî di hevdîtinê de der barê kar û barên xebatên xwe û jiyana Kurdên li Ermenîstanê de agahî da. Îsmaîl Beşîkçî jî di serdanê de axivî û got, "Em hatin mala Kurdan. We em bi dilgermî peşwazî kirin. Bi dîtina we em gelekî kêfxweş in."
Baydemîr û Beşîkçî wê serdana bîrdariya qirkirina Ermeniyan jî bikin, ji wir 11 gundên li Axbaranê ziyaret bikin û bi keya û serkarên dibistanên Kurdî yên li van gundan re hevdîtinê bikin. Paşê jî wê li Akademiya Nivîskarê Ermenî, li ser qirkirina 1915'an tevlî konferansekê bibin.
ANF/ERÎVAN