Li paytexta Almanya Berlînê şeveke têr gotin û muzîk bihurî. Muzîkjenê Ermen Udî Yervant Bostanci û nivîskarê Kurd Şehmus Dîken li gel 150 kesên Kurd, Ermen, Tirk û Alman di kombûneke edebî û muzîkî de civiyan. Kombûna li salona şanoya Gorkî xemgînî, dilşadî, ken û girî têkelhev kirin.
Di şevê de nivîskar û lêkolîner Recep Maraşli, Nuran Maraşli, rojnameger û senarîst Mehmet Aktaş, nivîskar Migirdîç Magrosyan, derhêner Zulfiye Akkulak, weşanger Nedîm Baran û hunermend Ciwan Tengezar jî di navê de 150 kes saet 19.30´an li hola şanoya Gorkî, amade bûn.
Bernameya şevê bi strana `Ez digirîm, doktor digirî çi çare`bi zarê Yervant Bostancî û Şehmus Dîken dest pê kir. Li dû vê Şehmus Dîken dest bi gotara xwe ya li ser jiyan û serpêhatiya bi Yervant ango Udî Yervan Bostancî re kir ku ev serpêhatî bûye naveroka pirtûka bi navê `Ula fille Hoş Geldin`(Kuro File Tu Bi Xêr Hatî)`.
Medz Yexern ango Komkujî Nivîskar Şehmus Dîken wiha axivî:
“… Li ser serê vî bajarî bi navê Dr. Çerkes Reşîd Paşa waliyek hebû, ew walî mirovekî gelek nebaş û faşîstek bû. Rojekê ji wî re telgrafek hat û tê de dihat gotin ku divê Ermeniyên li ser wê axê bi tevahî bêne çareserkirin. Çerkes Reşîd Paşa yeka vê fermanê nekir didu. Li dor xwe hind kujerên Çerkes û wisa jî qatilên Kurd kom kirin û di demeke bi lez de wek ku di fermanê de dihat gotin dest bi `çareserkirin` a Ermeniyan kir. Du sê sal piştî 1915 an li bajarên derdor malbat an jî kesên ku bi rêka Kurdên bi merhemet ji komkujiyê filîtîbûn, hatin li Diyarbekirê bi cih bûn. Li navenda bajarê ku 5 hezar salî bû, li derdora dêra Giregoris û li xaniyên hilweşandî yên ji Ermeniyên koçberkirî mayî, ev kes û malbat hatin bicihkirin. Yên filîtîn bê ku cudahiyê bixine navberê hin caran mêrên 60 salî bi keçên 15-20 salî ku bi tena serê xwe dijiyan re zewicîn.
Bapîr û dapîra vî kesayetê bi navê Udî Yervant an jî Yervant Bostancî ku niha li pêşberê we ye jî, bi heman rengî jiyanên xwe dikin yek û dizewicin.”
80 sal şûnde
“… Yek ji wan zarokan kekê Yaqobê Pûşîçî ye. Yaqob jî bi Xatûn re dizewice. … navê wî Udî Yervant (e). Rojekê sêlikeke muzîkê ji min re şandin. Bi Ermenkî bû, govenda Amedê bi Ermenkî digot. Min got, eger ne kesekî Amedî be tu kes nikare vî dengî bide. Li ser jî navê Yervant Bostanci dinivîsand. Ez li pey ketim, hîn bûm ku li Amerîkayê ye û gava çûye jî bi xeyd ji bajêr veqetiyaye. Bi hêviya ku rojekê emê leqayê hev bibin, min daxwaza xwe ji demê re hişt.”
`Ula File Hoş Geldîn `(Kuro File Tu Bi Xêr Hatî)
Diken got, piştî sala 2000´î wek şaredariya Amedê me Festîvala Çand û Hunerê li dar xistine û ew vexwendine û bi hevoka “Kuro File tu bi xêr hatî“ pêşwazî kiriye. Diken got, paşê jî Ûdî Yervant dibe yek ji mêvanên nas yê festîvalê. Diken sala 2007´an li Amerîkayê û li Amedê bi wî hevpeyvînê dike û di encamê de pirtûka bi navê Ula Fille Hoş Geldin (Kuro file tu bi xêr hatî) nivîsiye.
Diken paşê jî behsa rîtuela Ermenan a zivinê kir û got, “ji bo ku ez weke xwîşk û birayên beriya xwe nemirin, cîranên me yên Ermen ez kirime zaroka xwe ya zivinê.” Herî dawî jî Diken fêr dibe ku Dayika Udî Yervant, Xatûn, cîrana wan bû û dayika wî ya zivinê ye, ango ew û Yervant birayên hev ên zivinê ne.
`We Kurdan em bi tenê hiştin`
Piştî vê gotara Yervant Bostancî keyfxweşiya xwe ji rasthatina bi nivîskar Şehmus Dîken re, vegera Amedê û hatina Berlînê bi lêv kir. ÛdvanYervant bi taybetî silav li nivîskar Migirdîç Magrosyan kir û ew wekî bavê Ermenên li Anatoliyê da nasîn. Bostancî herwisa Recep Maraşli jî ji ber xebatên wî yên li gelê Ermen bi taybetî silav û pîroz kir, dû re dest bi pêşkêşkirina stranên bi Kurdî, Ermenkî û Tirkî kir. Di kêliya gotina strana Ey dîlberê de Yervant ji ber nebeşdarbûna temaşevanan gazind kir û got:`We Kurdan cardin em bi tenê hiştin!`
Li dû bernameyê nivîskar Şehmus Dîken pirtûka ula File Hoş Geldîn û Diyarbekir Dest Li Ba dike ji bo beşdaran îmze kirin. Herdu kesayetên Amedî ji peywendiya germ a li Berlînê gelekî hestiyar bûn û bi taybetî Yervantê Ûdvan bi dilekî bextewar û bi çavên şil yek bi yek mêvanên xwe bi rê kirin.
YEKO ARDIL/BERLÎN