Rojên Çanda Kurd a Nurnbergê, bi konsera hunermenda Oksîtanî Eleonore Fourniau û Suleyman Çarnewa dest pê kir.

Rojên Çanda Kurd ku bi pêşengiya Mala Gel a Medyayê weke her sal li bajarê Elmanyayê Nurnbergê yê Elmanyayê pêk tê. Ev çalakiya veguherî rêûresmekê îsal cara 10’ê bi kêf û xweşî dest pê kir. Di destpêkê de Konê Reşî Kurmancî hate vedan û tê de çand û dîroka Kurd û Kurdistanê tê nasandin. Li pêşiya Konê Reş, Koma Govendê ya Zarokan a Astera, Koma Govendê ya Ciwanan û Koma Govendê ya Jinan govenda gelek herêmên Kurdistanê gerandin.

Piştre bi sedan Kurdistanî tevî siyasetvanên Elman li salona Çandê ya Villa Leonê civiyan. Bi navê Mala Gel a Medyayê Asya Karataş got, ew Rojên Çandê diyarî Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê dikin: “Berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, li çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedana dayikan û ya berxwedêrên zindanan bi ruhê fedayî bi ser ket. Em şehîdên xwe û berxwedêran hemûyan bi rêzdarî silav dikin û Rojên Çandê diyarî berxwedêrên greva birçîbûnê dikin.”

Nûnerên civakan amade bûn

Piştre li ser navê Saziya Çandê ya Şaredariya Nurnbergê Gulay Ayber Emonds, endamê meclîsa şaredariyê yê SPD´yî û nûnerê şaredasriya bajarê mezin a Nurnbergê Gerhard Groh, li ser navê Yekîtiya Elewiyan a Ewrûpayê Ercan Kara, endamê meclîsa şaredariyê yê ji Partiya Keskan Daniel Arnold û li ser navê Interventionistische Linke (iL) kesek, axivîn.

Piştre hunermenda oksîtan a ji Fransayê, Eleonore Fourniau ku gelek stranên Kurdî dibêje, derkete ser dikê û bi zaravayên Kurmancî, Kirmançkî û Soranî stran gotin. Suleyman Çarnewa jî konserek da. 10’emîn Rojên Çanda Kurd a Nurnbergê wê çar rojan bidomin.

 

NURNBERG