Koma Lawje ya ku berhevkariya stranên herêma Colemêrgê dike, dê di meha Çile de li Mêrdîn, Amed û Êlihê derkeve ser dikê û konseran bide.
Di konseran de Alî Tekbaş wê vokaliyê bike, Îmran Erîn û Burhan Hasdemîr dê li perkusyonê bidin, Serhat Bostanci dê li bilûr, saz û udê bide, Îbrahîm Odak dê li gîtara elektro bide, Serkan Çabûk dê li gîtara basê bide, Erdem Altinses jî dê li kemanê bide.
Axir kom konsera pêşî 18’ê Çile li AKM’a Mêrdînê, 19’ê Çile li Mala Mamosteyan a Amedê û 20’ê Çile jî li Hola Konferansê ya Baroya Êlihê wê konserê bide.
Lawje ji sala 2003’an ve li Colemêrgê û derdora wê li ser formên muzîka kevneşopî berhevkariyê dike. Di 2013’’n de jî albûma wê Selîqe ji Kalan Muzîkê derket.
MA / AMED